Nobeta Aştiyê: Tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin 2023-08-04 16:19:00 ENQERE - Di çalakiya Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê de hat gotin ku tehliyeya herî kêm 271 girtiyan hatiye astengkirin û hat xwestin ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê bê betalkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê di her roja înê ya ewil a mehê de Nobeta Aştiyê li dar dixe. Nobeta vê hefteyê ji bo girtiyên înfazên wan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve bi hincetên vala hatine şewitandin hate girtin. Nobet, li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate girtin û pankarta “Dawî li şewitandina înfazan ên derhiqûqî û keyfî bînin” hate vekirin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê (MYK) Nûray Çevîrmen beriya nobetê axivî û got ku gelek girtiyên tehliyeya wan ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hatine taloqkirin serî li komeleya wan dane. Çevîrmen, diyar kir ku di nava girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin de yên rewşa wan a tenduristiyê gelek xerab jî hene.    ‘HIQÛQÎ NÎNE’    Çevîrmen, destnîşan kir ku ji roja Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ketiye meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin û wiha domand: “Tehliyeya gelek girtiyan ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Gelek girtî heta roja tehliyeyê halbaş in lê demekî kin beriya tehliyeyê weke ‘halnebaş’ tên nirxandin. Her wiha cezayên disiplînê yên hêj lijne neketî meriyetê jî weke hincet tên nîşandan. Bi vê yekê re qanûn tên binpêkirin.”    ‘BILA ÎGK BÊN BETALKIRIN’   Herî dawî jî Çevîrmen ev tişt anî ziman: “Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê biryarê didin bê ka girtî halbaş e yan na. Lê dema vê dikin şîroveyên razber û subjektîf dikin. Tehliyeya girtiyan tê astengkirin û mafê hêviyê ji holê radikin. Her wiha bandorekî neyînî li ser malbatên wan tê kirin. Weke ÎHD’ê em dixwazin ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê bên betalkirin û girtiyên roja wan a tehliyeyê hatî jî tavilê bên tehliyekirin.”