HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû: Medyaya îktîdarê weke ‘deqeya dawî’ parve kir 2023-08-04 16:20:56 ENQERE - HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû ku Yilmaz Bayram ê HPG’î jiyana xwe ji dest da ye. Medyaya îktîdarê jî ev nûçe îro weke “deqeya dawî” parve kir.    Çapemeniya îktîdarê mirina Yilmaz Bayram (Egîd Gever) ku HPG’ê di demên berê de ragihandibû weke “deqeya dawî” parve kir. Di nûçeyê de hat gotin ku MÎT’ê Bayram li Şengalê hedef girtiye. Lê belê nehat diyarkirin bê ka Bayram kengî hedef hatiye girtin.    HPG’ê di 25’ê tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku endamê wan Yilmaz Bayram di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest daye.