ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-05 09:00:09 * Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku bi Peymana Lozanê ji kurdan re konsepta îmha û înkarê xist meriyetê û destnîşan kir ku teza “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareserî ye.  * Di îdianameya der barê Halîse Aksoy a hestiyên kurê wê di qutiya kargoyê de hatin teslîmkirin de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Aksoy bi sûcdariya ku bi keça xwe û parêzerê xwe û bi kurê xwe re 'di têkiliyê de ye' tê sûcdarkirin.    * Ekolojîstan, destnîşan kirin ku heke li dijî birîna daran û şewatên daristanan ên li gelek bajaran didomin, hemû beşên civakê bêjin ‘bisekine’ dê encam bê girtin.   * Parêzerê OHD’î Savaş Avci anî ziman ku li girtîgehan hemû maf tên binpêkirin û binpêkirina ewil jî tecrîda li Îmraliyê ye. Avci, wiha got: “Divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û kontrol bikin. Hewceya têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê de guhertin bê kirin.”    * Rojnameger Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê tê ragirtin destnîşan kir ku mafê wan ên tedawiyê, parastinê û ewlehiya can tê binpêkirin û anî ziman ku ji ber nêzîkbûnên îdareyê yên kêfî û bêhiqûqî, ev du sal e nikarin mafên xwe yê tedawiyê bikar bînin.    * Qeyûmê Şaredariya Hewagê guh neda projeya şaredariya DBP’î û sîteya pîşesaziyê bi demê re di nava taxê de ma.    * Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” a xizmên windakiriyan ên Amed û Êlihê dê bidome. (11.00)   * Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk dê têkildarî xebatên serdema nû li Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. (11.00) ZINDΠ   * Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ku bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan hatiye destpêkirin di hefteya 958’an de bidome. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî dê di hefteya 465’an a çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dê di roja duyemîn de bi çalakî û xwepêşandanên cuda bidome. (13.00-21.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 593’yemîn a “Rûniştina F” de ji bo girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)    * Rêxistinên ekolojiyê dê li navçeya Cizîrê bên ba hev û li Çiyayê Cûdî ku şewat lê derketibû lêkolînan bikin. (15.00)