Qeyûm proje paşguh kir, sîteya pîşesaziyê di nava taxê de ma 2023-08-05 09:39:01   RIHA - Qeyûmê Şaredariya Hewagê guh neda projeya şaredariya DBP’î û sîteya pîşesaziyê bi demê re di nava taxê de ma.    Ji sala 2016’an ve soz hatibû dayîn ku li ser Cadeya Sanayî ya Taxa Yavuz Selîm a li navçeya Hewag a Rihayê sîteya pîşesaziyê were çêkirin. Ji ber ku soza hatiye dayîn nehat bicihanîn, esnafên li ser vê cadeyê mexdûr bûn. Şaredariya Hewagê di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû û projeya behsa xeberê di sala 2016’an de dabû destpêkirin. Lê hêj proje nehatibû temamkirin ku qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin. Lewma proje nîvco ma. Li gorî agahiyên xwediyên şîrketan dane, Şaredarê Hewagê yê AKP’ê yê niha Suphî Aksoy, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an soz dabû ku dê vê projeyê temam bike. Lê tevî vê yekê jî heta niha tu gav neavêtine.    Nêzî 120 kargeh li ser cadeya navborî ne û ji atolyeyên temîrkirinê dengekî bilind û gaza egzozê derdikeve û rê li ber qirêjiya hawirdorê vedike. Ji ber ku wesayîtên welatiyan nakevin kargehên bi 10-15 metrekareyan û hewayê germ, welatî rojên zehmet derbas dikin.    TENÊ DI HILBIJARTINAN DE QALA WÊ TÊ KIRIN    Ji esnafan Nebî Çakmak (40) ku ji sala 2005’an heta niha li heman cihî atolyeya  temîrkirina wesayîtan dide xebitandin, gazinên xwe anî ziman. Çakmak, got ku tenê di hilbijartinan de qala pirsgirêka behsa xeberê tê kirin û wiha domand: “Hemû namzet ji bo sîteya pîşesaziyê sozan didin lê piştî hilbijartinan tên jibîrkirin. Em, di nava qada jiyanê de dixebitin. Xelkê navçeyê ji ber deng aciz dibe. Weke mînak; divê em heta saet 23.00’ê bixebitin lê ji neçariyê em di navbera 16.00-17.00’ê dikana xwe digirin. Wesayîtên mezin û yên biyanî nikarin bikevin vê derê. Em ji mecbûriyeta xwe tenê wesayîtên navçeyê temîr dikin. Em her carê vê soza pîşesaziyê tînin bîra wan lê bi vê soza xwe nakin. Şaredarî ji me re dibêje ‘projeya me heye’ û paşguh dike. Ev 5-6 sal in heman soz tên dayîn lê kes pê nake.”    PIRSGIRÊKA KU 34 SAL IN DIDOME   Mehmet Çevîk jî 34 sal in li vê derê esnaftiyê dike û got ku tevî sozên hatine dayîn jî heta niha tapû jî nedayîne wan. Çevîk, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku sîteya pîşesaziyê nîne, hem em û hem jî xelk mexdûr dibe. Dema li kolanê karê boyaxkirinê tê kirin, xelk nikare pacên malên xwe vekin. Ji hêla tenduristiyê ve jî nebaş e. Hinek hevalên me yên esnaf di salên berê de ji bo dikanên xwe 2 hezar lîre didan lê niha 11 hezar lîreyan didin. Lê ev dikan û mal di nava hev de ne. Ji ber ku wesayît nikarin bikevin hundir, em neçar dimînin ku di vê germê di bin vê royê de heta mejiyê me diteqe bixebitin.”    MA / Ceylan Şahînlî