Rojnamevanê girtî Karakaş: Ev bû 2 sal em nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin 2023-08-05 10:10:56 STENBOL - Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin destnîşan kir ku mafên wan ên tedawiyê, parastinê û ewlehiya can tê binpêkirin û anî ziman ku ji ber nêzîkbûnên îdareyê yên kêfî û bêhiqûqî, ev du sal e nikarin mafên xwe yên tedawiyê bikar bînin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê zext, sepanên kêfî û binpêkirinên mafan ji rojevê nakevin. Xebatkarê Yenî Yaşamê rojnameger Îbrahîm Karakaş ji bo ajansa me nameyek şand û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Karakaş destnîşan kir ku di serî de mafê tenduristiyê, gelek mafên wan tên binpêkirin û wiha domand: "Serlêdanên em ji bo rêveberiya girtîgehê û wezaretên têkildar dikin tên paşguhkirin û nayên çareserkirin."    Di berdewam nameya xwe de Karakaş anî ziman ku ji ber biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê berdana wan tê astengkirin û wiha pê de çû: "Gelek mijarên divê ji hêla azadiya fikr û xweîfadekirinê ve bên destgirtin li hemberî me tên bikaranîn. Mafê me yê çalakiyan ji 10 saetan daxistine 3-4 saetan. Her wiha nahêlin em biçin qurs û atolyeyan."    'NÊZÎKATIYA DIJMINANE'   Karakaş diyar kir ku ji ber nêzîkatiyên kêfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê, 2 sal in nikarin mafên xwe yên tenduristiyê bi kar bînin û tevî ku bi koda "lezgîn" sewqên wan ji bo nexweşxaneyan tên kirin jî cendirme lêgerîna nava dev li wan ferz dikin. Karakaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev sepanekî dermirovî ye. Herçiqas ev lêgerîn di bin navê 'ewlehiyê' de were kirin jî ji mexseda xwe zêde ye, nêzîkatiyeke dijminane ye. Astengkirina nexweşiyên ku divê rêk û pêk bên kontrolkirin û nehiştina fiîlî, êdî hatiye radeyeke jiyanî."   'TECRÎDA DI NAVA TECRÎDÊ DE'   Rojnameger Karakaş anî ziman ku girtiyên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn li şûna girtiyên siyasî dibin korîdora girtiyên edlî û gelek caran rastî êrişên devkî û provakosyonên van girtiyên tên. Karakaş, têkildarî rewşê ev tişt gotin: "Nahêlin hevalên me tev li çalakiyên hevpar bibin û di tecrîda nava tecrîdê de tên ragirtin. Li gorî xala 'Tevdîrên komên li gorî fikrên dijber tevdigerin li ber çavan tê girtin' berçav nayê girtin û komên ji fikrên dijber ên DAIŞ, El-Qaîde, netewperest di heman korîdoran de li cem hev tên ragirtin. Em bi van koman re derdikevin heman cihê hevdîtinê. Ev sepane ne tenê canê me canê malbatên me jî dixe talûkeyê."   Karakaş, herî dawî ev agahî parve kir: "Weşanên wekî pirtûk û kovar jî ji ber lêkolînên bi mehan tên kirin yan dereng didin me, yan jî tevî ku biryara komkirinê li ser nîne weke 'gumanbar' e dest datînin ser. Li gel van hemû sepanan mafên tedawiyê, parastinê û ewlehiya can tên binpêkirin. Saziyên têkildar jî bi berpirsyartiya xwe ranabin û rê li ber vê rewşê vedikin. Girtiyên siyasî dê li dijî van sepanên kêfî li ber xwe bidin û em bang li saziyên têkildar dikin ku di van mijaran de hişyar bin."