Li Licê û Hênê operasyona leşkerî 2023-08-05 11:35:07   AMED - Li çolterên navçeyên Licê û Hênê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li gundê Dêrqam a navçeya Licê û gundê Hure û mezraya wê Beteytê ya navçeya Hênê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, bi destpêkirina operasyona leşkerî re li ser rêyên gund û mezrayê wesayîtên bizirx û yên sivîl hatine bicihkirin. Çavkaniyan da zanîn ku liv û tevgera wesayîtên leşkerî ya li ser Rêya Amed û Çewligê zêde bûye.