Qedexeya li Çiyayê Bagokê hate rakirin lê operasyon didome 2023-08-05 13:04:57 MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku biryara “Herêma ewlekariya taybet” a ji bo 15 rojan li çoltarê Çiyayê Bagokê hatibû ragihandin rakirine lê çavkaniyên herêmî dan zanîn ku operasyona li herêmê didome.    Walîtiya Mêrdînê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku çoltarên 9 gundên li dora Çiyayê Bagokê ya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin. Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku ji 4’ê tebaxê heta 18’ê tebaxê ketina gundên Xarabalî, Hibab, Badibbe, Ewşî, Elin, Arboi, Yol, Şekrin û taxên li çoltarê Dêrikê hatine qedexekirin. Piştre jî li herêma Çiyayê Bagokê bi piştgiriya helîkopteran operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Walîtiyê bi daxuyaniyekê nû ragihand ku biryara “herêma ewlehiya taybet” hatiye rakirin.    Walîtiyê destnîşan kir ku biryar îro ji saet 11.40’ê ve hatiye rakirin.    Lê belê çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku operasyona leşkerî ya li herêmê didome. Çavkaniyan got ku li herêmê xebatên lêgerînê tên kirin û liv û tevgera leşkerî heye.