Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin 2023-08-05 14:32:54 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê, li gelek bajaran tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê protesto kir. Li Edeneyê polîsan êrişî çalakvanan kir û nûçegihanê me Hamdûllah Yagiz birîndar bû.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bikaranîna tundiya li dijî Dayikên Şemiyê yên dixwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin û astengkirina wan, protesto kir.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi mebesta piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Ya ku winda wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Li gel endam û rêveberên Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir ku dê metna daxuyaniyê ya Dayikên Şemiyê ku nekarin bixwînin û niha di bin çavan de ne bixwînin û wiha got: “Kesên hewl didin me bi derhiqûqtiyan, zext û tundiyê bitepisînin baş zianin ku em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Em ê azadiyê biqîrin, bi ser hiqûqê de biçin, bibêjin demokrasî  û ji bo berjewendiyên hevpar ên civakê bixebitin. Gotina me hêza me ye, em ê bêdeng nemînin.”   Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    WAN   Astengkirina Dayikên Şemiyê li Wanê jî hate protestokirin. Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan dabû. Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê gelek kes li pêşiya Şaxa ÎHD’a Wanê hatin ba hev lê polîsan bi darê zorê xistin hundir. Polîsên ku pêşiya deriyê komeleyê girtin, nehiştin kesek bikeve hundir û derkeve. Her wiha destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Durmaz di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da û biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê dabû bi bîr xist.    EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest daxuyaniyê bide lê walîtiya Edeneyê bi hinceta “beşekê rê ji hatin û çûna mirov û wesayîtan digire” destûr neda. Endamên ÎHD’ê yên li Parka Înonuyê hatin ba hev, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê yakup Ataş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di destê me de ne kevir û ne jî çek heye. Em dixwazin mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin. Walîtî ji bo biryarên AYM’ê rêzê nagire lewma em jî ji bo biryarên walîtiyê rêzê nagirin.”    Komê ji bo protestokirina biryara walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.    18 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Dema endamên ÎHD’ê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsan êriş kir. di dema mudaxeleyê de SErokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Zehra Ozkan, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sari, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Serhat Okmen,  Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, Hevserokê Seyhanê Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê Saniye Seçgîn, Nîhat Doganer, Çetîn Eye û Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik, Hasan Karabulut, Muslum Elîk, Nîhat Doganer û rêveberê ÇHD’ê parêzer Umît Buyukdag hatin binçavkirin.    ROJNAMEGER BIRÎNDAR BÛ   Di dema mudaxileya polîsan de nûçegihanê ajansa me Hamdûllah Yagiz Kesen jî kete erdê û serê wî li betonê ket. Li ser vê yekê bang li ambulansê hate kirin û Kesen rakirin nexweşxaneyê.    RIHA   Şaxa ÎHD’a Rihayê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Sekretera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa got ku dê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe û hesabpirsîna ji faîlan bernedin.