Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn 2023-08-05 18:08:00   DÊRSIM - 24 kesên di sala 1938’an de di êrîşa leşkeran a li dijî gundê Bargînî yê Dêrsimê de hatin qetilkirin, di çalakiya bîranînê ya Agûçanê de hatin bîranîn.   24 kesên ku di dema operasyona leşkerî ya di sala 1938’an de li Dêrsimê hate kirin de li gundê Bargînî yê navçeya Xozatê ku yek ji 100 noxteyên ku komkujî lê pêk hat, hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya Ocaxa Agûçan a Bargîniyê bîranîna Agûçanê li dar xist. Hevserokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Mûstafa Arslan, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsîmê Ayten Kordû, Partiya Çepên Kesk, Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê, rêveberiya Partiya Gel a Komarê (CHP) Pêrtagê, endamê Meclîsa Pêrtagê Abîdîn Konak, nivîskar Tûrabî Saltik û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.   Bîranîn ji bo kesên hatin qetilkirin bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EM JI BO PÊŞEROJA XWE LI SER PIYAN E’    Di bîranînê de Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû axivî û got: “Van axan gelek êş kişandin. Li ser vê axa ku em îro li ser bêhnê distînin li qadînê 24 can sax şewitandin. Yên ku baweriya me, civakîbûna me, çanda me nizanin, tenê zilm hilberandin.  Û dema ku ew kirin, fikirîn ku baweriya me wê biqede. Lê em neqediyane, em hê jî ji bo bawerî, çand, ziman û pêşeroja xwe ji bo rastî û heqîqetê li ser piyan in.”   ‘AXA ME XWEDÎ KEVNEŞOPIYEKE QEDÎM E’    Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû jî soz da ku wê nsaname û zimanê xwe biparêze û wiha got: “Baweriya me, axa me xwedî kevneşopiyek pir kevnar e û em xwedî rêyeke heqîqetê ne ku em bi têkoşîneke mezin ku di vê qedîmbûnê de mezin bûye meşiyane û li ser vê rêyê rêya me hemûyan vekirî be.”   Dîroknas Ayfer Karakaya Stûmf a beşdarî bîranînê bû, projeya arşîva dîjîtal a Elewî Bektaşî ku ji bo parastina mîrateya çandî ya Elewiyan hewl dide biafirîne, ji beşdaran re vegot.   Bîranîn bi belavkirina loqme, guhdariya muzîkê û loqmeya aşûreyê dewam kir. Bîranîn piştî Cem a hate kirin bi dawî bû.