Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn 2023-08-05 20:50:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê êrişê Idlibê kirin. Di encama êrişê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Balafirên şer ên Rûsyayê ji Balafirgeha Himeymîm a li Lazkiyeyê rabûn û 4 caran êrişî Idliba ku Tirkiye û komên girêdayî wê lê dimînin kir. Li gorî agahiyên ji Parastina Sivîl a Sûriyeyê hatin bidestxistin, di êrişên hewayî yên li avahiyên li gundê Ainşib hatin kirin de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Birîndar li nexweşxaneyên derdorê tên dermankirin.