Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin 2023-08-06 15:50:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneya Avê ya Tebqayê da zanîn ku ji ber qutkirina ava Çemê Firatê ji hêla dewleta tirk ve, 9 stasyonên peydakirina avê ji xizmetê derketine.    Yekîneya Avê ya Tebqayê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ji hêla dewleta tirk ve daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx ve hate xwendin.   Hemûd Şêx diyar kir ku dewleta tirk avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çekekê bi kar tîne û wiha domand: “Di encama vê binpêkirina dewleta tirk a dagirker de, rêjeya ava bendav û golan pir kêm bûye. Ji ber van kiriyaran, 4 milyar metrekûp a ava Bendava Tebqayê kêm bûye. Ji ber vê yekê jî 9 stasyonên dayîna avê bi temamî ji xizmetê derketine û kesên ku ji van stasyonan sûd werdigirtin jî bêav mane.”   Herî dawî jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku roleke çalak bilîze, zextê li dewlet tirk bike ku dawî li van sûcên xwe yên şer bîne.