Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin 2023-08-06 18:48:46   ŞIRNEX - Endamên TJA’yê li Silopiyayê daxwaza tevlibûna Diyanetê ya Doza Kobanê bi gotina “Hûn ê ji têkoşîna me ya mafdar re nikarin bibin asteng” şermezar kirin.    Bertekên li dijî daxwaza tevlibûna Serokatiya Karên Diyanetê ya Doza Kobanê didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser serbihura Senan Îdîn a li ser Rêyaarmûşê ya li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê pankarteke mezin vekirin. Endamên TJA’yê li ser pankartê ev nivîs nivîsîn: “Daxwaznameya ku Serokatiya Karên Diyanetê der barê hevalên me yên di doza komployê ya Kobanê de tên darizandin de pêşkêşî dadgehê hatiye kirin gotin di cih de be dijminatiya kurdan e. Em vê fetwaya Diyanetê ya mîna DAIŞ’ê qebûl nakin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin, hûn ê nikarin ji têkoşîna me ya mafdar re bibin asteng. Jin jiyan azadî.”    Pankarta ku jinan daliqand ji aliyê polîsan ve hate daxistin û hate desteserkirin.