Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe 2023-08-07 11:48:42     AMED - Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rezanê Fîkret Elaltuntaş ê hatibû tespîtkirin ku zirareke zêdetirî 2 milyon lîreyan gihandiye cemaweriyê, bi biryara dadgehê dîsa vegeriya ser karê xwe.    Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rezanê Fîkret Elaltuntaş di sala 2020’ê di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” de ji peywirê hatibû girtin. Hat zanîn ku Elaltuntaş bi biryara darazê dîsa vegeriya ser karê xwe. Bi raporên mifetîşan hatibû tespîtkirin ku Elaltuntaş zirareke bi qasî 2 milyon û 317 hezar û 762 lîre gihandibû cemaweriyê. Piştî ji peywirê hatî girtin jî serî li dadgehê dabû. Dadgehê biryar da ku Elaltuntaş dîsa vegere ser karê xwe.    BERIYA VEGERE NÛÇEYÊN DERHEQÊ WÎ DE HATIN ASTENGKIRIN    Beriya ku Elaltuntaş vegere ser karê xwe, biryara astengkirina nûçeyên derheqê wî de hatibû dayîn. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bazarcixê di 6’ê tîrmehê de biryara astengkirinê ji bo nûçeya ajansa me ya bi sernavê “Li Amedê di perwerdeya veguhestî de nelirêtiya bi 2 milyonan” dabû.