Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin 2023-08-08 09:09:37   SÎNCAN - Bi kamerayên nû yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê re qadên jiyanê yên hevpar tên şopandin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li şûna kamerayên neguher ên li korîdoran, kamerayên nû yên 360 dereceyan kişanê dike hatin danîn. Ev kamera di heman demê de deng qeyd dikin û jiyana hevpar a li qawîşê jî dikişîne. Bi kamerayên nû re qadên ku heta niha tenê kesên ji korîdorê re derbas dibûn didîtin êdî hemû îdare dikare bibîne.    LI QADÊN SIHBET, WERZÎŞ Û ATOLYEYÊ HATIN DANÎN    Li qadên sihbet, werzîş û atolyeya resman jî beriya niha kamera hatin bicihkirin. Her wiha bi kamerayên li qadên hevdîtina vekirî hatin bicihkirin re êdî odeya hevdîtina bi parêzeran re jî dikare were şopandin. Girtiyan ji bo rakirina kamerayan daxwazname dan rêveberiya girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê jî îdia kir ku ev kamerayên nû di çarçoveya biryara Wezareta Dadê de û ji bo “ewlehiyê” hatine bicihkirin.    Girtiyan da zanîn ku bi kamerayan re li dijî mehremiyet û qada jiyana wan a taybet mudaxile hatiye kirin û heta tên rakirin jî dê li her qadê gazincên xwe bînin ziman.    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê