Metîn Cansiz hate binçavkirin 2023-08-08 17:26:16   XARPÊT - Birayê siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hate qetilkirin, Metîn Cansiz li Xarpêtê hate binçavkirin.    Birayê Sakîne Cansiz a ku yek ji 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hat qetilkirin Metîn Cansiz li Balafirgeha Elezîza ku ji Elmanyayê hatibû hat binçavkirin.   Hate zanîn ku Cansiz bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” ji bo îfadeya wî bê wergirtin birine Edliyeya Xarpêtê.