Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin 2023-08-08 22:31:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlokê 2 polîsên ku di wesayîta wan de 19 kîlo û 650 gram tiryak hate girtin, hatin girtin.    Hate diyarkirin ku 2 kesên li Dîlokê tiryak bi wan re bû û guhê xwe nedan hişyariyê polîsên li Amedê peywîrdar in. Polîsên ku dema reviyan 2 çanteyên di wesayîtê de avêtin kêleka rê. Di çanteyan de 19 kîlo û 650 gram tiryak derket.    Hate diyarkirin ku ji 2 kesên hatin binçavkirin M.Y. li Miduriyeta Polîsan a li Bajêr komîsere û V.K. jî dîsa li Amedê polîsekî peywîrdar e. Polîsên ku piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.