Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin 2023-08-09 10:59:34 XARPÊT - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe Zeynepn Ozer bibe anîn Xarpêtê. Cenazeyê Ozer bi tevlibûna gelek kesan hate definkirin.    Siyasetmedara kurd û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin, tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozer bû ku ji ber nexweşiya gurçikan ev demek bû tedawî didît û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Kişanak, bi balafirê ji Kandirayê anîn Balafirgeha Xarpêtê û ji vir jî derbasî Cemxaneya Ehlî Beyt a li Taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û Alîcan Onlu yê HDP’î jî tev li merasîmê bûn. Kişanak ku tev li merasîma cenazeyê ya li cemxaneyê bû, li vir sersaxî qebûl kir. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu, Parlamenterê Stenbolê Celal Firat, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Alîcan Onlu yê HDP’î, Çaglar Demîrel, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn. Li vê derê dua hatin xwendin û wecîbeyên olî hatin bicihanîn.    MERASÎMA LI GORISTANÊ   Piştî merasômê, Ozer li gundê Sun ê Xarpêtê hate definkirin. Kişanak, tev li merasîma definkirinê bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî tev li merasîma definkirinê bûn. Li vê derê jî dua hatin kirin, Kişanak şal bi gora xwişka xwe ve girê da û oxir kir.    SERSAXÎ QEBÛL KIR    Piştre jî Kişanak çû serdana gorên dayik, bav û rûspiyên malbata xwe. Kişanak, Turbeyê Koca Seyît ziyaret kir û piştre jî sersaxî qebûl kir.    DÊ BIBIN GIRTÎGEHÊ   Piştî qebûlkirina sersaxiyan, dê Kişanak saet di 16.00’an de bi balafirê bibin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.