Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye 2023-08-10 09:07:23   STENBOL - Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Zekî Tombak, bal kişand ser girîngiya banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “di hefteyekê de dikarim çareser bikim” û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û rêxistinên kurdan heye.”   Êrişên ku dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin bi piştgiriya PDK’ê didome. Dewleta tirk a ji êrişan encamên dixwest bi dest nexist, neçar ma piştî meha mijdarê ji gelek noqteyan vekişe. Dewleta tirk a bi piştgiriya PDK’ê ya tam di 14’ê tîrmehê de pêleke din a êrişan da destpêkirin, weke salên borî hewl dide bi êrişên çekên kîmyewî encaman bi dest bixe. Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya aşkere kir ku di du mehên dawî de 29 hezar û 32 operasyon li dar xistine. Endamê Lijneya Koordînasyona Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) Zekî Tombak, êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê û israra wê ya di polîtîkaya şer de nirxand.    Tombak, da xuyakirin ku êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe ji aliyê leşkeran ve dihatin birêvebirin, di salên dawî de ji aliyê cenderme û tîmên taybet ve tên dewamkirin û anî ziman ku êrişên piştî sala 2019’an ji aliyê artêş û MÎT'ê ve bi hevparî hatine kirin.   Zekî Tombak   DERDÊ TIRKIYEYÊ ÇI YE?    Tombak, anî ziman ku dewleta tirk bi hinceta şerê navxweyî êrişî Sûriyeyê, bi hinceta PKK’ê êrişî Herêma Kurdistana Federe dike û wiha got: “Niha heta Mûsilê hatiye. Cihên ku ketinê jî heta bi zorê nebe dernakevin. Niha dixwazin bi Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Sûriye dibêje ‘şertê min ê ewil, axa min terk bike?’ Wezîrê me yê Karê Derve jî dibêje ‘Bêyî şert û merc em biaxivin.’ Te welatê wan axa wan dagirkiriye, dibistan, saziyên fermî, postexane vekirine. Divê tu ji wir derkevî. Heman tişt ji bo başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. Li Tirkiyeyê derdê aqlê dewletê ew e ku axê bi dest bixe û sînorên xwe fireh bike.”   Tombak, anî ziman ku dewleta tirk di nîsana 2022’yan û mijdara 2022’yan yekîneyên xwe yên herî baş li Garê û Zapê girtin lê dîsa serkeftinek bi dest nexistin û bi lêv kir ku têkildarî windahiyên cidî nûçe xwendine lê ev ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye zelalkirin.    ‘REQEM NE RAST IN’    Tombak, diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya yên 29 hezar û 32 caran operasyon li dar xistine “ne rast in” û wiha berdewam kir: “Tişta ku em jê re dibêjin operasyon çi ye? Navê tevgera derveyî sînor jî xistina wesayîtê ya bi SÎHA’yan jî, operasyone. Em avêtina topan û obûsan weke operasyon nagirin dest. An ku ji wan re nabêjin operasyon. Ji sala 1984’an ve her sal operasyonan li dar dixin. Ji Sûriyeyê re 6 caran operasyon kirin. Heke tu bêjî ‘ev jî operasyon e, ÎHA, SÎHA, sûîqestek jî kemînek jî operasyoneke’ her tişt operasyone. Wê demê dibe 29 hezar lê ev ne heman tişt in.”   Tombak, da zanîn ku hin ji van operasyonan weke zext û tundiyê li gel vedigerin û destnîşan kir ku bi polîtîkayên “ewlehiyê” zilm li gel tê kirin. Tombak, bal kişand ku li herêmê gelek mirovên sivîl bi SÎHA’yan jiyana xwe ji dest dane.   ‘ÇAVKANIYÊN ŞER NIKARIN BÊN NÎQAŞKIRIN’    Tombak diyar kir ku Tirkiye bûye kapîtalîzmeke ku ji ber nebûna çavkaniyan timî krîzan bi rê ve dibe û wiha lê zêde kir: “Siyaseta sivîl timî çavkaniyan didize. Burokrasiya dewletê her tim bi gotina ‘artêşeke xurt, hêzên biçek’ zorê dide îmkanên budçeyê.” Tombak da xuyakirin ku bikaranîna çavkaniyan a ji bo şer krîza aboriyê kûrtir dike û anî ziman ku polîtîkayên şer ‘dizîtiyê’ jî hêsan dike. Tombak, diyar kir ku xerckirinên artêşê nikarin li Meclisê bên nîqaşkirin û got: “Meclis ji destpêkê heta niha ji her demê bêhtir bêbandor e. Gelo partiyên siyasî, civaka sivîl dizanin TSK çi dike, li ku xerc dike, çi çiqasî dikire?”   ‘OCALAN JI BO AŞTIYÊ DERFETEKE'    Tombak, anî ziman ku dewleta tirk hêviyê ji holê radike û ev tişt got: “Kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin nîşan dan ku aştiyê naxwazin.” Tombak, bal kişand ser girîngî û rastiya gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku serokê rêxistina kurd a çekdar e dikare di hefteyekê de dawiyê li pevçûnê bîne. Ji aliyê fikrên xwe ve jî mirovekî ku bandorê li beşên civakê yê berfireh dike ye. Abdullah Ocalan niha li hundir vala nasekine. Fikiran diafirîne, dinivîse, xêz dike. Were tecrîdkirin jî di çavên kesên wî di şopînin de nirxa wî zêde dibe. Pêdiviya Tirkiyeyê bi bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û rêxistinên kurdan heye. Ew ji bo aştî, demokrasî, azadî û wekheviyê derfeteke. Tu kes ji me ne nemire. Heke Ocalan hêj bitendurist ji bo gelên vê erdnîgariyê bikin derfêt dê gelek baş bibe.”   ‘DIVÊ MÛXALEFET GAVÊ BIAVÊJE’    Tombak, destnîşan kir ku dewleta tirk wê di êrîşên xwe yên li dijî Herêma Kurdistana Federe de têk biçe û got: “Desthilata dest ji vê bernede wê piştî demekê birize û dê têk biçe. Tombak da xuyakirin ku avêtina gavên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku pirsgirêka herî girîng a siyasî ya Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku ev yek siyaset e û bang li siyasetmedaran kir ku siyasetê bikin. Tombak bi lêv kir ku divê partiyên muxalefetê li dijî tecrîdê derkevin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên bi cesaret bavêjin.    MA / Rukiye Adiguzel