Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome 2023-08-10 13:34:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wargeha Mexmûrê hatiye destpêkirin, bi koma 5’emîn didome.    Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin. Daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatê bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di 20’ê tîrmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdê nobeta dorveger hatibû destpêkirin û nobet bi koma 5’emîn berdewam dike. Ji koma 4’emîn Evîn Taş diyar kir ku tevahiya civakê tê tecrîdkirin û banga li her kesî kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.