Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye 2023-08-10 13:37:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad wiha got: “Tirkiye, sedema terora li Sûriyeyê ye. Ma ez ê çima bi Erdogan re hevdîtinê bikim? Ji bo bên ba hev û hinek tiştan vexwin?”    Temamiya hevpeyvîna Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad a bi Sky News Arabia’yê re hate weşandin. Têkildarî hevdîtina îxtîmalî ya bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re Esad wiha got: “Hedefa me ew e ku Tirkiye xwe ji xaka Sûriyeyê vekişîne. Hedefa Erdogan jî ew e ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike. Ma ez ê çima bi Erdogan re hevdîtinê bikim? Ji bo bên ba hev û hinek tiştan vexwin? Tirkiye, sedema terora li Sûriyeyê ye.”