Leşkerek di şer de hate kuştin 2023-08-11 08:53:38   NAVENDA NUÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hate kuştin.    Dewleta tirk ji nîsana sala 2022’yan heta niha bi alîkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Hat ragihandin ku di encama pevçûnan de peyadarê pispor Ege Suleyman Gorece hate kuştin.    Wezareta Parastinê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku Gorece di 21’ê tîrmehê di pevçûnê de birîndar bûye û niha jî mirî ye.    Hatibû ragihandin ku di encama pevçûnên di 10’ê tebaxê de 6 leşker hatine kuştin.