ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-11 09:00:56       * Çiyayê Gabarê ku ev 30 sal in qedexe ye, di encama birîna daran û lêgerîna petrolê ya 3 salan de tê talankirin. Gundiyên ku 30 sal in nikarin biçin gundên xwe yên li quntara çiyê bertek nîşanî vê rewşê dan û wiha gotin: “Dest ji vê qirkirinê berdin.”    * Waniyan diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tê xwestin gelê kurd bênefes were hiştin û gotin: “Şer bisekinînin, aştiyê pêk bînin, tecrîdê rakin.”   * Li Colemêrgê 2 cadeyên li taxên Gupsî û Çalkê di 15’ê tîrmeha 2016’an de bi hinceta ewlehiyê ji trafîkê re hatine girtin, 7 sal in nehatine vekirin.    * Înfaza Osman Kapan ê 30 sal in girtî ye, ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye cara duyemîn hate taloqkirin.    * Cotkarên ku têkildarî pirsgirêkên li TMO’yê tên jiyîn axivîn, destnîşan kirin ku Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. di TMO’yê de şebekeyek ava kiriye û anîn ziman ku O. Y. cotkaran neçar dihêle ku berhemên xwe bi awayekî erzan bifiroşin wî.   * Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind zêde dibin û wiha got: “Divê di raya giştî de hestiyariyek ava bibe. Divê zext li îktîdar û muxalefetê bê kirin ku di vê mijarê de gavan biavêjin.”    * Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya dê ji hêla xizmên xwe ve li Goristana Yenîkoyê bê bibîranîn. (10.00)   * Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê li pêşiya Perîhan AVM’ê ya Wanê têkildarî qutkirina avê daxuyaniyê bidin. (14.00)    * Baroya Rihayê û şaxên ÎHD û OHD’ê yên Rihayê dê rapora xwe ya têkildarî girtiyên nexweş li avahiya xizmetê ya baroyê bi daxuyaniyekê ragihînin. (14.00)