Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin 2023-08-11 09:03:08   WAN - Waniyan diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tê xwestin gelê kurd bênefes were hiştin û wiha gotin: “Vî şerî bidin sekinandin û tecrîdê rakin."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan ê ji 25’ê adara 2021’an ve bi tu awayî agahî jê nayên girtin, dikin tên redkirin. Gelê Wanê yê bertek nîşanî rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan re dan anî ziman ku tecrîd li hemû girtîgehan û li gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn.    ‘LI CÎHANÊ BÊHEMPA YE’    Bişar Abûkan diyar kir ku ji ber Rêberê PKK’ê Ocalan heqîqet aniye ziman di bin tecrîdeke giran de ye û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li cîhanê bêhempa ye. Abûkan da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir îro li ser gelê kurd bi awayekî bibandor tê meşandin û wiha got: “Çavkaniya hemû pirsgirêkên vî welatî tecrîd e û haya her kesî ji vê heye. Sedema ku krîza aboriyê û şer ewqasî kûr bûye, tecrîd e. Bifikirin ku 50 sal in welatek bi gel û erdnîgariya xwe re şer dike. Mirovan bidin aliyekî xweza tê talankirin. Ji ber ku Ocalan ji van re dibêje ‘na’ îro di bin tecrîdeke giran de ye. Ji ber Ocalan erdnîgariyeke ku bikarin lê bijîn û aştî xwest di bin van şertan de ye. Hêvî dikim ku tecrîd rabe û ev şerê qirêj ku 50 sal in didome bi dawî bidawî bibe. Dê pêşeroja vî welatî û zarokên me qezenc bike.”   ‘NE TECRÎDEKE ŞEXSÎ YE’    Endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûrrahman Sever, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne şexsî ye û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Ne tenê birêz Ocalan hemû girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Dema birêz Ocalan ji Îmraliyê peyam şandî, li hemû Tirkiyeyê aştî û aramî pêk hatibû. Di vê pêvajoyê de hem şer sekinî bû hem jî ji aliyê aboriyê rehetbûnek çêbibû. Tecrîda li ser birêz Ocalan, bûye tecrîdeke ku bandorê li ser jiyana hemû mirovan bike. Ji bo ev tecrîd bişikê divê hemû kurd û gel werin bahev û têkildarî vê mijarê xebatan bike û têbikoşe.”   ‘EM JI BER TENDURISTIYA WÎ BIFIKAR IN’    Welatiyê bi navê Seyfettîn Bozkûrt jî bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê ji sala 1999’ê heta niha di tecrîdê de ye û wiha domand: "Birêz Ocalan zêdeyî 2 sal in nikare parêzer û malbatê bibîne.” Bozkûrt, wiha berdewam kir: “Her kes ji vê rewşê bi fikar in. Hemû girtiyên siyasî di bin tecrîdê de ne. Tevî hevdîtinên bi malbatan re û mafên bingehîn, ji hemû mafên mirovan bêpar tên hiştin. Bi taybetî girtiyên li Girava Îmraliyê di bin tecrîd û îzolasyonê de ne. Ev gel ji tenduristiya Ocalan bi fikar in. Divê dewlet hemû mafên mirovan ên bingehîn bi cih bîne. Divê ev mafên mirovan ên bingehîn ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî bên bikaranîn. Bingeha qeyrana aborî ya li welat îro pirsgirêka kurd e. Hemû pereyên gel weke bombeyan davêjin çiya û keviran û operasyon tên kirin. Li hundir û derve şer heye. Ev yek dibe sedema birçîbûn û xizaniya gelê me. Heke tecrîd bê rakirin, wê hemû pirsgirêkên li vî welatî ji holê rabin.”   ‘BI TECRÎDÊ PÊŞÎ LI AŞTIYÊ TÊ GIRTIN’    Ji welatiyan Abdulbarî Balka diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê tê ferzkirin re gelê kurd dixwaze bênefes were hiştin û wiha pê de çû: "Bi tecrîdê re rêya aştiyê tê astengkirin û gelê kurd bê nefes tê hiştin. Ji ber em ji Ocalan agahiyan nagirin bi fikar in. Em ji vir bang dikin: Vî şerî bisekinînin, aştiyê pêk bînin, tecrîdê rakin.”   ‘HETA KU EM NEBIN YEK TECRÎD RANABE’    Alî Beyaz diyar kir ku sed sal in li ser gelê kurd tecrîdek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha tecrîdek li ser birêz Ocalan û çar parçeyên Kurdistanê tê ferzkirin. Heta ku em nebin yek, ev tecrîd li ser gelê kurd ranabe û wê bidome. Bi taybetî bi Erdogan re ev 21 sal in Tirkiye her ku diçe xirab dibe û dê xirabtir bibe. Heta ku Erdogan li wir be, wê ev tecrîd û pirsgirêk dewam bikin. Lê belê em ê weke gelê kurd heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Têkildarî mijarê Mehmet Balci jî ev tişt anî ziman: "Li ser gelê kurd zext û zordarî heye. Ji bo ev zext rabe divê em bibin yek. Eger em bibin yek, kes nikare me têk bibe; lê heke em nebin yek, wê me tune bikin. Ocalan di cîhanê de mirovekî naskirî ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî tecrîd bê rakirin.”   ‘ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN TECRÎD E’    Derheqê mijarê de Mehmet Ûçar jî destnîşan kir ku li ser Rêberê PKK’ê tecrîdeke giran heye û axaftina xwe wiha qedand: "Ne malbata wî, ne jî parêzerê wî dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev tecrîd ne tenê li ser Ocalan, li ser tevahiya gelê kurd heye. Ev yek bi zexta Erdogan tê kirin. Heke em kurd nebin yek, ev zilm û zordarî wê ji ser me neçe û tenê wê girantir bibe. Gel niha jî di nava çopê de dest bi berhevkirina xwarinê kiriye. Çavkaniya van a sereke tecrîd e. Lê ez jî dixwazim vê bêjim, ‘bila ez birçî bimînim, lê belê bila tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin’.”