DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin 2023-08-11 11:52:15   NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê li Dêra Zorê êrişî otobûsa leşkerên rejîma Sûriyeyê kir. SOHR’ê got ku di êrişê de 23 leşker hatine kuştin.     DAIŞ’ê li dijî otobûseke leşkerên Şamê tê de bûn êrişek pêk anî. Di êrişê de 23 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û gelek leşker jî winda ne.    Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku DAIŞ’ê di roja pêncşemê de li Dêra Zorê li dijî otobûseke rejîma Şamê êrişek kir. SOHR’ê da zanîn ku di encama êrişê de herî kêm 23 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 10 birîndar bûn û bi dehan leşker jî winda ne.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka meha tebaxê heta niha ev bû êrişan sêyemîn a mezin ku DAIŞ li hemberî rejîmê pêk tîne. Di roja duşemê de jî li Reqayê 10, di 1’ê tebaxê de li çola navenda welêt 5 jê leşker bi giştî 7 kes ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.