Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû 2023-08-11 19:29:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniyên AFAD û Rasatxaneya Kandîlliyê di nava rojê de li Îzmîr, Mereş, Meletî, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû.    Li Mereşê bi pileya3.8 erdhej çêbû. Li gorî daxuyaniya ji AFAD’ê hate kirin, erdheja ku navenda wê navçeya Elbistanê ye 5 kîlometreyan di bin erdî de çêbûye.    Li Dûrûldû ya Meletiyê jî bi pileya 3,2 erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê aşkera kir ku erdhej 5 kîlometreyan di bin erdî de çêbûye.    DI NAVA ROJÊ DE ÇEND CARAN ERDHEJ ÇÊBÛ    Li Torbaliya Îzmîrê jî saet di 15.13’an de bi pileya 2.5, li Çewlîgê 2.5, li Saîmbeylî ya Edeneyê saet di 13.22’yan de bi pileya 2, li Elbistana Mereşê jî saet di 08.57’an de bi pileya 3,2 erdhej çêbûn.