Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye 2023-08-12 09:01:55   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz herî dawî felc derbas kir, nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û di hûcreyê de tê ragirtin. Hevjîna wî Fîrdevs Poyraz têkildarî rewşa hevjînê xwe wiha got: "Êdî nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û tiliyên destê wî jî tewiyane."    Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan, îşkence, zext û zordarî her ku diçe zêde dibe. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi sedan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyê nexweş ê ku rewşa wî her ku diçe giran dibe jî girtiyê nexweş Onder Poyraz e. Girtiyê nexweş Poyraz, di sala 2016’an de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "parçekirina yekparetiya welat" hat girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Poyraz, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, bi birîndarî hat binçavkirin. Piştî ku hat binçavkirin û girtin, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û hêj tedawiya wî xelas nebibû, ew şandin Girtîgeha tîpa T a Şirnexê. Poyraz piştî çend salan ji vir sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlîhê hate kirin. Poyraz ê ku ji mafê xwe yê tedawiyê bêpar hate hiştin, di pişta wî de platîn di nav şert û mercên giran ê girtîgehê de li ber xwe dide. Poyraz, ji Qûbînê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Onder Poyraz ê ku di qurçik, ling û pişta wî de nexweşî hene, ji ber nexweşiyan felc derbas kir. Poyraz, ji ber ku nayê tedawîkirin milê wî yê rastê naxebite. Hevjîna Onder, Firdevs Onder a ku di 9'ê tebaxê de (çarşemê) çûye hevdîtina wî ya vekirî der barê rewşa wî de axivî.    'DI HUCREYA YEKKESÎ DE DIMÎNE'   Poyraz, diyar kir ku rewşa hevjînê wê ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivî: "Destê wî yê rastê berevajî bibû û naxebite. Tiliyên wî jî naxebitin. Rihên destê wî yê rastê xetimîne. Nedikarî bi wî destê xwe silav jî bide. Beriya niha rewşa wî kete rojevê û pişt re rêveberiya girtîgehê bire nexweşxaneyê. Li Êlihê rewşa wî giran bû û birin Erziromê. Heta ku rewşa wî nekete rojevê nibirin nexweşxaneyê. Emara destê wî girtine. Hêj encama emara wî jî dernexistine. Ev 6-7 meh in encamê wê derneketiye. Ji wê demê heta niha nebirine kontrolê û nehatiye dermankirin. Rewşa wî ne çi rewş bû. Destê wî yê rastê naxebite û tiliyên destê wî jî tewiyane. Li ser vê rewşa xwe ya xerab di yek hucreyê de tê girtin û cezayê disîplînê dane wan. Pêdiviyên xwe bi destê xwe yê çepê pêk tîne. Ew jî pir zehmetiyê dikêşine. Her tişt bi destê rastê tê çêkirin lê ew jî nêçariya xwe destê çepê bi kar tîne. Nikare tu pêdiviyên xwe pêk bîne."    'DESTÊ WÎ MABÛ Û EW JÎ ÇÛ'   Poyraz, bi lêv kir ku hevjînê wê daxwaz kiriye ku herkes bibe dengê girtiyan û wiha domand: "Onder daxwaz kir ku ev zilm û îşkenceya ku li ser girtiyan tê kirin bi dawî bibe. Heke ku Onder zû bihata tedawîkirin îro destê wî yê rastê dibe ku bixebita. Li tevî ewqas daxwazname û ewqas serlêdanên me jî nebirin tedawî nekirin. Dema ku li Girtîha Êlîhê jî me gelek serlêdan kirin lê encamek jê nestand. Tenê birin revîrê dermanê ku êşê dibire danê. Heke ku biriban nexweşxaneyê û tedawî kiriban îro rewşa wî evqasî giran nedibû û destê wî wisa nedibû. Ji gurçîk, mêlak û pişta xwe nexweşe. Rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Destê wî mabû ew jî çû. Îdarekirina wî ya girtîgehê nema. Nikare îdare bike. Heke ku berdin em bi xwe dê lê binêrin. Rê jî pir dûre beriya zarokan dike û ez nikarim her carê zarokan bibim. Rewşa min a çûyinê jî nine. Divê ku demildest bê berdan. Daxwaza me ew e ku bê tehliyekirin û herkes bibe dengê wan."   MA / Zeynep Dûrgût