Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin 2023-08-12 15:54:52 MÊRDÎN - Polîsan di 25’ê tîrmehê de li Nisêbînê bi ser malekê de girtin û endama YJA-Starê Kader Acar jî bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest da. Tevî teşhîsa malbatê jî cenazeyê Acar li goristana bêkesan hate definkirin.     Di 25'ê tîrmehê de polîsên tîmên taybet li ser Cadeya Sakarya ya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser mala ku endama YJA-Starê Kader Acar (Destan Botan) tê de bû girtin. Acar, guh neda bangên teslîmbûnê, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest da. Malbata Acar a li Cizîr a Şirnexê, di 2’yê tebaxê de hate Mêrdînê û cenazeyê li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihat ragirtin teşhîs kir. Lê belê bi hinceta encamên DNA’yê derneketine, cenaze nehat dayîn. Li ser vê yêkê malbat jî vegeriya bû Şirnexê û xwe li benda encaman digirt. Hat zanîn ku rayedaran cenazeyê Acar rojek berê li Goristana Bêkesan a Goristana Bajêr a Kamor a Artûklûyê veşartine.   TÊKILDARÎ BÛYERÊ    Di şeva 25’ê tîrmehê de polîsan tevgera taybet bi ser maleke li ser Cadeya Sakaryaya Nisêbîna Merdînê de girtin. Hat zanîn ku di malê de teqînek pêk hat û endama YJA-Starê Kader Acar (Destan Botan) di vê teqînê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 9 kes binçav kirin.    Têkildarî bûyerê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanyek parve kir û wiha got: “Li gel îxbara der barê jina ku tevgerên wê bal dikişand polîsên me ji bo ku nasnemeyê bipirsin çûn malê û bi çekan êrişî karmendên me kirine.” Lê belê hat zanîn ku di roja bûyer qewîmî de dengê tu çekan nehatiye bihîstin û gule li tu polîsan nehatine reşandin.   TESLÎMIYET RED KIR   Li gorî agahiyên bi dest ketine, 3 roj beriya bûyerê liv û tevgera polîsan zêde bûn. Roja bûyer qewimî, polîs li deriyê malê dixin û xwediya malê Adiguzel derî vekir. Polîsan ji bo ku teslîm bibe bang li Acarê kirin. Acar a nexwest teslîm bibe ji bo zirar negihije tu kesî derbasî odeya paşê bû û teqemeniya li ser xwe teqand.    Acar li gel teqînê, di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Acarê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê. 9 kesên hatibûn girtin jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Tevî ku malbata cenazeyê Kader Acarê teşhîs kir jî bi hinceta encama DNA’yê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) nehatiye cenaze nedabûn malbatê.