Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn 2023-08-12 16:54:26   ŞIRNEX - Di encama şewata li çoltarê gundê Roboskê de 10 donimên daristanê şewitîn.    Îro di danê sibehê de li çoltarê gundê Robaskê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Hat destnîşankirin ku rayedaran tu mudaxile li agir nekirin û gundiyan bi derfetên xwe heya nîvro agir vemirandin.    Gundiyan destnîşan kirin ku şewat di saetên serê sibehê de derketiye û wan bi tena serê xwe mudaxile kirine. Şêniyên gund dan zanîn ku di şewatê de 10 donimên daristanê şewitî ne.