Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine 2023-08-12 17:53:19   BEDLÎS - Li çoltara gundê Peyîndas ê girêdayî navçeya Tetwanê piştî şer derketibû bi ser gund de hatibû girtin û 8 kes hatibûn binçavkirin. Hate diyakirin ku îşkence li Kerem Arvas ê di nav binçavkiriyan de ye kirine û rakirine nexweşxaneyê.    Li çoltera gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlisê di 10’ê tebaxê saetên serê sibê de di navbera leşker û PKK’iyan pevçûn derketibû û leşkerên ku bi ser gund de girtibûn 8 gundî binçavkiribûn. Li herêma ku şerên dijwar lê diqewime gundiyên bi navê Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras, Ahmet Çelîk di saetên serê sibê de hatin binçavkirin û agahî ji 2 gundiyên navên wan nehatin zanîn nayê bihîstin.    DÊ RAPORA DERBÊ BIGIRIN    Çavkaniyên herêmî ragihandibûn ku di dema binçavkirina leşkeran de gef li Kerem Arvas hatibû xwarin û hatibû derbkirin. Arvas ê ji aliyê leşkeran ve hatibû derbkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwana Bedlîsê. Hate diyarkirin ku piştî Arvas li nexweşxaneyê fîlmî tomografî kişand dê rapora derbê bigire.     HÊJ JÎ DI BIN ÇAVAN DE NE    Hate diyarkirin ku gundiyên di bin çavan de hêj li qereqolên leşkerî yên Tetwan û Bedlisê tên ragirtin û îfadeyên wan nehatine wergirtin. Têkildarî binçavkirinên li gundê Peyîndas jî hêj ji rayedaran tu daxuyanî nehatine dayîn.