Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin 2023-08-16 19:39:43   CENEVRE - Di çalakiya li ber NY'yê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû kurdan tê pêkanîn.    Çalakiya Kurdistaniyan a ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jiholêrakirina tecrîdê li ber avahiya NY’yê berdewam e. Ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin.     Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî ku di çalakiyê de axivî, anî ziman ku bi têkoşîna ku Tevgera Azadiya Kurd dest pê kiriye, hêviya azadiyê li Rojhilata Navîn çêbûye û wiha got: "Em bi feraseteke wiha re rû bi rû ne ku dixwaze heyfa Pêngava 15’ê Tebaxê hilîne.’’   Çelebî bi domdarî wiha axivî: "Di serî de Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîgirtine Li Ber Îşkenceyê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY), rolê saziyên Ewropayê di pêkanîna tecrîdê de, cardin derket holê. Di şexsê Rêber Apo de rabûna li ber tecrîda berpêyî gelan û xwestina azadiya Rêber Apo, di serî de gelê Kurd, xwestina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e.’’   Piştî axavtina Çelebî, Kurdistaniyan pişta xwe dan NY’yê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.