ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN 2023-08-17 09:00:01     * Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê diyar kirin ku dewletê polîtîkayên xwe yên şerê taybet ku li dijî herêmê dimeşîne zivirandiye wêrankirina xwezayê û gotin: “Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe. Ew dengê ku li Akbelenê bilind dibe divê ku li Cudî jî bilind bibe.”   * Der barê kameravan Remzî Akkaya de heta 15 salan bi daxwaza cezayê hefsê îdianame hate amadekirin.   * Endamê Fexrî yê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê li Rojhilata Navîn dike û got ku ger tecrîd bidome, dê li welêt veguhere aloziyê.   * Ciwanan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî gelê kurd e û got ku ew ê li dijî vê li ber xwe bidin û tecrîdê bişikînin.    * Mexdûrên erdhejê yên gundê Erbaunajorin a navçeya Aldûşê ya Semsûrê ku der barê xaniyên wan de biryara hilweşandinê heye bi lêv kirin ku heke xaniyên wan bên hilweşandin cihekîş ku ev biçinê tune ye û xwestin ji wan re çareyek bê dîtin.   * Rêveberê Şaxa SES’a Cizîrê Mûstafa Gokalp diyar kir ku bi zêdebûna nifûsa li Cizîrê re êdî xizmeta tenduristiyê ya heyî bi têrî nake û wiha got: “Ji ber ku hejmara bijîşkan kêm e, her bijîşkek dikare tenê 2 deqeyan bo nexweşxan veqetîne.”   * Mexdûrên erdhejê ku tevî 6 meh bi ser erdhejê re derbasbûne jî hêj bandorên erdhejê li wan kirine didomin, diyar kirin ku pirsgirêka hewîn û avê berdewam dike û anîn ziman ku ev rewş dibe sedema koçberiyê.   * Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmên Demokratîk a HDP’ê dê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman, bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li pêşiya Çarmarê ya li ser Cadeya Lîseyê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bide. (17.00) ZINDÎ