Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê 2023-08-17 11:24:54   BEDLÎS - Hevjîna Kerem Arvas ê ku piştî li gundê Peyîndas ê navçeya Tetwanê ku qedexe û dorpêç lê didome bi îşkenceyê hate binçavkirin, hate girtin, Sakîne Arvas wiha got: “Destûr nedan ku ez şûşeyeke avê jî bidimê. Ev ne edalet e.”   Gundê Peyîndas ê navçeya Tetwan a Bedlîsê di 10’ê tebaxê de leşker, cerdevan û maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Dorpêça li gund bi awayekî fîîlî didome. Piştî dorpêçê ji hewayî û bejahî operasyona leşkerî hate destpêkirin û li çoltera gund di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer derket. Piştî şer leşkeran li gund bi ser malan de girtin û 8 gundî binçav kirin. Li herêmê operasyon hêj didome. 8 gundiyên piştî 5 rojan di bin çavan de man derxistin edliyeyê û ji wan 5 hatin berdan 3 jî ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.    ‘CERDEVANAN PERE TEKLÎF KIRIN’    Hevjîna Kerem Arvas, Sakîne Arvas, diyar kir ku hevjînê wê bi îşkenceyê hate binçavkirin. Arvas, anî ziman ku piştî dorpêçkirina gund bi operasyona hate destpêkirin re şer derket û têkildarî tiştên qewimî wiha axivî: “Hevjînê min ji bo avê biguherîne çûbû zeviyê. Dema min dengê çekan bihîst rasterast Kerem hate bîra min. Dema min hewl da karê xwe bi lez û bez xelas bikim, du cerdevan hatin tenûrê. Hewl dan bi min re biaxivin. Pirsa ‘li gund çi heye çi nîne’ kirin, piştî min bersiv neda pere teklîf kirin. Min got li gun tiştek nîne carna penaber tên û diçin. Dema min bihîst ku hevjînê min hatiye derbkirin, min dest ji pehtina nan berda. Dema ku Kerem li zeviyê karê xwe dikir bi îşkenceyê binçavkirin. Bi kelepçekirî anîn gund, kincên wî şil bûn û rûyê wî birîndar bû. Cerdevanan destûr nedan ez nêzî wî bibim.”   ‘KÎJAN EDALET?’    Arvas, anî ziman ku bi hewldaneke zêde destûr dan ku hevjînê wê cilên xwe biguherîne û şûşeyeke avê bidinw wî û wiha berdewam kir: “ Destûr nedan ku ez şûşeyeke avê jî bidimê. Ev ne edalet e, divê dewlet ev nebe. Tu dewlet van tiştan nakin. Mirovekî bêguneh ê 65 salî ku li ser axa xwe dixebite, bi kîjan edaletê dikarin lê bidin û binçav bikin? Bi kîjan edaletê dikarin wan bigirin? Min bi darê zorê karî kincên hevjînê xwe, gore û pêlava wî bidimê, ew di erebeyê de li xwe kirin. Piştre biryara lêgerînê derket û 2-3 cerdevanan li malê dest bi lêgerînê kirin. Hemû dolab, nivîn, sênîk, hundirê xurekan lêgerîn kirin. Mal ser û bin kirin.”   QEDEXEYA FÎÎLÎ DIDOME   Arvas, diyar kir ku her du rojên ewil ên operasyonê destûr nedan ku derkevin derve û anî ziman ku ne karîn ne sewalên li govê xwedî bikin ne jî wan bidoşin. Arvas, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 3 roj bi ser operasyonê re derbas bûn destûr dan ku em pezê xwe bidoşin lê ew jî bi şertê ku em têxin govan ve. Diyar kirin ku divê saet di 22.00’yan de kes li derve nemîne. Aliyê gund ê nizarî hemû qedexe bû. Destûr nedidan ku çûkek jî bifire. Bi rojan kesê nekarî zeviyên xwe av bide. Li hin cihan hêj qedexeya qismî heye.”   ‘EWLEHIYA CANÊN ME NÎNE’     Yekj i gundiyan Kiymet Arvas jî rewşa gund wiha vegot: “Her der bombe kirin, li gund tu tiştê dîrokî an xwezayî nema. Her tim em dengê bombeyan dibîhizin. 5 roj in ev deng tên. Hemû derfet li gund komkirine. Her roj helîkopter difirin. Em bi dengê bombeyan hişyar dibin. Ne ewlehiya canên me ne jî ya sewalên me nîne.”    ‘JI SALA 93’YAN VE HEMAN ZEXT HENE’     Arvas, diyar kir ku ji sala 1993’yan ve li gundê Peyîndasê zext hene û di sala 93’yan de gundê wan hate şewitandin û anî ziman ku ji ber zextan qismekî gundê wan neçar man koçî Stenbolê bikin. Arvas, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema bingehîn a van zextan, ji ber ku em mirovahiyê diparêzin. Heke mirovek xwedî wijdan be, ew mirovatiyê diparêze. Tu sûcê me nîne, em tenê axa xwe diparêzin û em ê vê yekê bidomînin. Em li vir wek 3-5 malbat mane lê mayîna gundî gelek ji me re dibînin. Ew dikarin gundiyên ku li zevîyê dixebitin bi derbkirinê bigirin. Dilê me diêşe, lê em dîsa dibêjin bila Xudê vê qebûl neke. Ji kengî ve parastina mirovahiyê sûc e?”   MA / Rûken Polat