Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin 2023-08-17 13:15:03 MÊRDÎN - Adnan Karakaş ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 30 salan vegeriya welatê xwe û li Nisêbînê bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin.    Adnan Karakaş (63) di sala 1993’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate biçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbetê li Karakaş birî. Karakaş, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin û piştî 30 salan duh tevî Mûsa Şanak û Mehmet Înal hate berdan. Piştî tehliyekirinê, Karakaş di saetên serê sibehê de hate bajarê xwe Nisêbînê. Karakaş, ji hêla rêveberên Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHADFED), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Karakaş, bi konvoyê kete navenda navçeyê    Karakaş, çû mala xizmên xwe yên li Taxa Selahattî Eyyubî. Li vê derê ji hêla girseyê ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Kêliyên hestiyar hatin jiyîn û Karakaş û kesên pê re kevok firandin.    Adnan Karakaş, di pêvajoya girtîbûna xwe de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Mêrdin, Xarpêt, Kirikkale, Trabzon û Boluyê ma. Li girtîgehê bi nexweşiyên weke penceşêra çerm û romatîzmayê ketibû.