ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-18 09:00:02 * Şêniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê bertek nîşanî birîna daran a di bin navê lêgerîna petrolê de dan û gotin: “Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin. Tenê tifaqiya me, yek dengiya me dikare vê talanê bide sekinandin.”   * Endamê Komeleya Alimên Amedê Mele Hecî Kadah, bal kişand ser beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê û destnîşan kir ku Diyanet weke memûrê dewletê tevdigere û ji evdîtiya Xwedê derketiye.   * Çêkirina bendava 10'emîn a li ser Çemê Dîcleyê ket meriyetê. Li gel çêkirina bendavê dê Iraq û Kurdistana Federe jî bi awayekî neyînî jê bandor bibin. Tê diyar kirin ku ev bendava ku dê bê çêkirin, dê bibe duyemîn santala herî mezin a HES'ê.    * Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli anî ziman ku qeyûm li dijî civakê, çand, nasname, baweriyan, nirxan, hafizeyê û siberojê ne û qeyûm bûne wek garnîzonên mudaxileyê.    * Penaberên sûriyeyî yên ku li Adanalioglûyê konên xw eli nêzî zeviya ku lê dixebitin vedane, jiyana xwe di şert û mercên xirab de didomînin. Jinên ku bandoreke mezin ji zor û zehmetiyên jiyana konî digirin, anîn ziman ku piltî karê nav zeviyê karê nav malê jî dikin.    * Parêzer Sînan Aras diyar kir ku li girtîgehan mafên bingehîn ên mirovan esas nayên girtin û ji bo girtîgehên Tîpa S'yê yên girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin, got: "Girtîgehên ku tecrîd bi awayekî pir eşkere tê pêkanîn."    * Berfîn Ozan, parêzera kesên li Peyîndasê bi îşkenceyê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, bal kişand ser bêhiqûqîtiyan û got: "Hewl dan delîlan çêbikin, armnaca wan çavtirsandina mirovan bû."   * Xerabeyên Taxa Musolar a Bazarcixê hêj li şûna xwe ne û keyayê taxê Taylan Sapan got ku welatî di nava bêhêvî û reşbîniyeke pir mezin de ne.    * Çalakiya Nobeda Edaletêya Malbata Şenyaşar li ber Wezareta Dadê dê di roja 25'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 29'emîn a Doza Kobanê dê di roja çaremîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Komîsyona Şaxa OHD’a Stenbolê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên 6 mehên dawî li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)