Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin 2023-08-18 11:12:21   AMED - Li Amedê temenê bikaranîna tiryakê ketiye 9 saliyê. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Zulkuf Guneş got ku dê li dijî bikaranîna tiryakê di îlonê de kampanyayê bidin destpêkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9’ê tebaxê de “Rapora Zarokan a Amedê” parve kir. Li gorî raporê, temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 saliyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku dibistan veguherîne cihên firotina tiryakê û ev agahî hema hema veguheriye agahiyeke cemaweriyê.    ROLA RÊVEBERIYÊN HERÊMΠ   Di raporê de bal kişandin ser pirsgirêkên di qada çand-hunerê de û wiha hat gotin: “Piştî li şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin, saziyên çamd-hunerê hatin girtin û zarok ji qadên xwe bêpar hatin hiştin.” Her wiha talûkeyên zarok rû bi rû hatin hiştin hatin diyarkirin.    DI 6 MEHAN DE 41 HEZAR SERLÊDAN    Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Enqereyê Mûrat Emîr di 10’ê tebaxê de çendek dane parve kir. Li gorî daneyên Emîr dispêre raporên Wezareta Tenduristiyê; ji sala 2015’an heta dawiya sala 2021’an bi giştî 358 hezar û 627 caran li ALO 191’ê hatiye geriyan. Di serdema 2015-2022’yan de li dijî bengîtiya tiryak û alkolê bi giştî milyonek û 88 hezar û 741 caran bang hatine kirin. Tenê di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de 41 hezar û 529 serlêdan hatin kirin.    Emîr ê CHP’î da zanîn ku di 2023’yan de ji bo têkoşîna li dijî sûcên narkotiyê ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re 2 milyar û 242 milyon û 845 hezar TL bûdçe hatiye veqetandin lê di 6 mehên ewil de ji vê bûdçeyê tenê 130 milyon û 767 hezar TL hatine xerckirin ku ew jî teqabûli ji sedî 5,83’yê dike.    PEYWIRDARÊN CEMAWERIYÊ YÊN BI TIRYAKÊ HATINE GIRTIN    Hikûmet di her firsendê de dibêje li dijî tiryakê têdikoşe lê belê gelek caran ser çapemeniyê jî hate parvekirin ku li gelek bajaran peywirdarên cemaweriyê destûr dane tiryakfiroşan. Li hinek bajaran jî peywirdarên cemaweriyê bi tiryakê hatin girtin. Di 8’ê tebaxê li Dîlokê di dema kontrola rê de du kes bi 19 kîlo û 650 gramên tiryakê hatibûn girtin û derket holê ku ev her du kes li Amedê polîstiyê dikin.    Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku daketina temenê bikaranîna tiryakê ya 9 saliyê eleqeya xwe bi polîtîkaya şerê taybet heye û da zanîn ku dê di meha îlonê de li dijî tiryakê kampanyayê bidin destpêkirin.    'ŞERÊ TAYBET DI MERIYETÊ DE YE’   Guneş, diyar kir ku temenê bikaranîna tiryakê heta nava zarokên dibistana seretayî ketiye û wiha got: “Çavdêriyên me bi xwe jî hebûn lê raporeke wiha her tişt raxist ber çavan. Em dizanin ku bi zanebûn bikaranîna hişbirê belav dikin. Polîtîkayeke şerê taybet e. Ji ber ku gelek caran peywirdarên cemaweriyê jî tev li van karan dibin û bi tiryakê tên girtin. Li vê derê bi zanebûn belav dikin. Hinek xwendekar hene ku tiryakê bi kar tînin û wisa tên dibistanê. Dema em li rewşa wan a fîzîkî û ruhî dinêrin, vê ferq dikin. Agahî bo me hat ku bi taybet jî li dora hinek dibistanên amadehî û du dibistanên navîn gelek tiryakfiroş hene. Me bi Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar re hevdîtin kir. Di dema ketin û belavbûna dibistanê heta astekî tevdîrên polîsiye hatin girtin lê ji bilî vê tiştek nekirin.”    'PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE BERGIR HEYE’    Guneş, axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî bikaranîna tiryakê hewcehî bi têkoşîneke piralî heye. Anku tenê bi perwerde û tenduristiyê nabe. Divê civak bi xwe li dijî vê têbikoşe. Weke Egîtîm Senê car bi car me kampanyayên pêşîlêgirtinê dan destpêkirin. Lê divê ev civakî bibe.  Zehmete ku mirov ciwanekî tiryakê dikişîne ji wê dûr bixe. Lewma divê hêj dest pê nekirî em rê li ber bigirin. Pêdivî bi pêvajoyeke bergir heye. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi taybet jî li dijî bikaranîna tiryakê hate avakirin. 95 rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin. Yek ji rojevên herî girîng ên platformê jî têkoşîna li dijî tiryakê ye. Ji ber ku em ciwan û pêşeroja xwe winda dikin. Divê bi tevlibûna hemû pêkhateyan kampanyayeke xurt bê meşandin. Ev têkoşîn, berpirsyartiya dewletê jî ye. Divê hem rêxistinên civaka sivîl, hem gel, hem burokrasî hem jî dewlet di vê mijarê de gavên cidî biavêjin. Em ê di meha îlonê de li dijî bikaranîna tiryakê kampanyayê bidin destpêkirin. Dê xebat di çarçoveya bernameya Lijneya Rêveberiya Egîtîm Senê de bên destpêkirin. Dê civîn bên li darxistin, broşur bên belavkirin, li dibistanan bi mamosteyên rêber re xebat bên kirin û piştre jî perwerdeyê bidin xwendekaran. Dê dakevin taxan, broşuran belav bikin, li gel hevalên xwe yên tenduristvan em ê hewl bidin kesên me tespît kirin tedawî bikin. Dema xebata me temam bû dê bi raya giştî re parve bikin.”    MA / Eylem Akdag