Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin 2023-08-18 12:32:28 AMED - Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ji peywirê hatibû girtin lê ji wê dozê beraet kir. Diviya bû Kaya dîsa vegeriyabûya ser peywira xwe lê bi hincetên “îtîraza li Dadgeha Bilind” ku mimkin nîne û lêpirsîna 4 roj piştî biryara beraetê hatiye vekirin hate redkirin.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 23’yê adara sala 2020’an de bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ji peywirê girt. Li şûna Kaya jî qeyûm hate tayînkirin. Kaya, ji dosyaya weke hinceta girtina wî ya ji peywirê hatibû nîşandan beraet kir.    8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara beraetê da û ji ber ku serlêdana temyîzê tune bû, biryar di 7’ê nîsanê de teqez bû. Parêzerên Kaya li ser Walîtiya Amedê serî li Wezareta Karên Hundir da. Hat xwestin ku Kaya dîsa vegera ser peywira xwe.    WALÎTIYÊ ÎTÎRAZ KIR   Piştî îtîraza walîtiyê, 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara beraetê ya di 30’ê adara 2021’ê de dabû û di 6’ê nîsana 2021’an de teqez bûyî betal kir û ji bo walîtî û dozgerê di mutalaaya xwe de daxwaza beraetê dabû rêya îtîrazê vekir. Li ser vê yekê dozgeriyê û Walîtiya Amedê, ji bo ku biryara beraetê were betalkirin li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê îtîraz kirin.    ÎTÎRAZ HATE REDKIRIN    2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê diyar kir ku ji ber sûcê heyî çi zirar negihiştiye walîtiyê mafê wê yê îtîrazê nîne û dozgeriyê jî di dema xwe de îtîraz nekiriye û bi vê sedemê biryara beraetê bêyî ku li Dadgeha Bilind îtîraz were kirin betal kir. Biryar, di 22’yê gulanê de teqez bû û Kaya ji bo vegere ser peywira xwe di 13’ê hezîranê de serlêdan kir.    RÊYA ÎTÎRAZA LI DADGEHA BILIND GIRTÎ YE LÊ WEKE SEDEM NÎŞANDAN!   Derheqê Kaya de ku biryara beraeta wî teqez bûbû, demildest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsînek hate destpêkirin û nehiştin Kaya biçe ser peywira xwe. Li gel ku rêya îtîrazê girtî ye jî, di nirxandina periyodîk a Wezareta Karên Hundir her du mehan carekê derheqê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin de parve dike de hat îdiakirin walîtiyê li Dadgeha Bilind îtîraz kiriye. Wezaretê got ku “Walîtiya Amedê li Dadgeha Bilind îtîraz hatiye kirin” û “Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Kaya de lêpirsîn daye destpêkirin” û bi van hincetan jî 2 mehên din ji peywirê hatiye dûrxistin.    ‘HIQÛQÎ NÎNE’   Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya bertek nîşanî biryara Wezareta Karên Hundir da û wiha got: “Hewl dan hincetekî nîşan bidin lê dema nedîtin jî wiha aloz bûn. Tiştên vala dibêjin. Ya din jî 4 roj piştî teqezbûna biryarê lêpirsîn dane destpêkirin. Tu tiştek jî tê de nîne. Ji ewilî gotin; ‘daxwaza xwe bi nivîskî bişînin em ê derheqê lêpirsînê de agahî bidin.’ Me wisa kir lê piştre biryara ‘nepeniyê’ dan. Di dosyayê de tiştek nîne. Heta sê roj berê dadgehê bi xwe biryar da ku têkildarî ‘endamtiya rêxistinê’ tu delîlek nîne. Lê bi heman îdiayê lêpirsînê vedikin. Ev tiştekî hiqûqî nîne. Ji bo astengkirinê wisa dikin. Ew xelas bibe dê yeke din vekin. Tu bingeheke dozên qeyûman nînin. Îdiayeke hiqûqî tune ye. Vê dozê nîşan da ku hikûmet hiqûqê nas nake. Di siyaseta li dijî kurdan de her tiştekî wan wiha ye. Heke tenê di dosyayekê de ewqas bêhiqûqî hatibin kirin îcar hûn halê yên din bifikirin.”