Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin 2023-08-18 16:22:47   ÎDIR - Rêveberên HDP’a Îdirê êrişa li dijî tabelaya partiya xwe meş li dar xistin û protesto kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Bajarê Îdirê duh kesek êrişî tabelaya wê kiribû û anîbû xwarê û avêtibû çopê. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişa li dijî tabelayê şermezar kirin. Rêveberên partiyan û welatî li Cadeya Cumhuriyetê meş li dar xistin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hun jî beşdarî meşê bû. Di meşê de dirûşm hatin berzkirin û pankarta “Me bav û kalê were serî daneynî û wera serî danaynin” hildan.    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Girse meşa xwe heta ber avahiya HDP’ê li dar xist û paşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP’a Îdirê Mehmet Sekman daxuyanî da û da zanîn ku êrişa li dijî tabelaya HDP’ê bi awayek plankirî pêk hatiye û ew ê têkoşîna gelê kurd û partiya wan van porovkasyonan pûç bike. Sekman anî ziman ku hiqûq di bin pêya de ye û êrişên li dijî partiyan pêk tên encama polîtîkayên kîndarî, nefret û hêrsa desthilatdarê ye. Sekman destnîşan kir ku wan li ber van êrişan qet serî netewandiye û dê ji niha şûn ve jî li ber êrişan û zîhniyeta êrişkar serî netewînin.    TABELA HAT DALIQANDIN   Piştî daxuyaniyê rêveberan tabelaya partiya xwe HDP’ê daliqandin.