Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye! 2023-08-18 20:51:22   WAN - TurkTelekomê bi îdiaya ku JINNEWS ne li gorî "Profîla Malbatê" ye, xwegihandina ajansê asteng kir.   TurkTelekom di çarçoveya pakêtên înternetê yên "Profîla Malbatê" de ku pêşkêşî welatiyan dike, rasterast xwegihandina JINNEWS'ê asteng kir. Di dema xwegihandina nûçeyan de hişyariyeke bi vî rengî dertê pêşiya mirov: "Ji ber naveroka wê hûn nikarin xwe bigihînin vê rûpelê di çarçoveya Karûbarê Înternetê ya Ewle de - 'Profîla Malbatê' ya ku ji hêla we ve hatî tercîh kirin".   Têkildarî mijarê me xwe gihand beşa karûbarên xizmetê ya TurkTelekomê. Nûnerê karûbarê xizmetê diyar kir ku hişyariya mijara gotinê ji ber "naverokê" ye û got: "Ji ber ku ew di standardên malbatê de ye, dibe ku guhertin çêbibin. Dibe ku ji ber naveroka malperên nûçeyan guhertin çêbibin.”