ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-19 09:00:13       * Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo ku serdana Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli ya ji bo Efrînê nirxand, got: "Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan."    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku li navçeya Xîzan û navçeya Tetwan ên Bedlîsê bi qedexeyên fîlî operasyonên leşkerî tên kirin û got ku desthilat encamên hilbijartinê hezm nekiriye û ji ber vê bajêr kiriye hedef.    * Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku tekane armanca darbeya qeyûmtiyê kêfxweşkirina hikûmeta navendî ye û got: "Deyn sê qat zêde bûne, lê xizmeteke berbiçav tune ye."    * Rojnameger Botan Germiyanî yê li Herêma Kurdistanê, diyar kir ku kesên ku ji ber çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyê, nerihetiya wan wekî "sermagirtinê" hatiye tomarkirin.    * Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê ku nû hat bijartin diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji tecrîda li Îmraliyê qut nîne û îşkence û binpêkirina mafan tê rewakirin.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li Amed û Îzmîrê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" berdewam bikin. (11.00-12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 960'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Şaxê ÎHD'ê yên Wan û Şirnexê bi armanca piştevaniya bo Dayikên Şemiyê dê li ber avahiyên daxuyanî bidin. (12:00)    * Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûman dê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.30)   * Rêveberên ÎHD'ê dê li Stenbol û Enqereyê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û dê li ber avahiyên ÎHD'ê daxuyanî bên dayîn. (13.30)   * Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî binçavkirin û girtinan dê li avahiya Nûnertiya DBP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (16.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û hevşaredarên HDP'ê dê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûmên ser şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê li ber avahiya HDP'a Mêrdînê daxuyanî bidin. (17:00) / ZINDÎ