‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef' 2023-08-19 09:01:40   BEDLÎS - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku li navçeya Xîzan û navçeya Tetwan ên Bedlîsê bi qedexeyên fîlî operasyonên leşkerî tên kirin û got ku desthilat encamên hilbijartinê hezm nekiriye û ji ber vê bajêr kiriye hedef.    Operasyona leşkerî ya ku piştî qedexeya 2'yê Tîrmehê ya li gundên Hûzeran Akûnîs, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên Tetwana Bedlîs hat ragihandin dest pê kir, didome. Her wiha di 10'ê Tebaxê de jî li gundê Peyîndas ê Bedlîsê leşekr û ecrdevanan gund dorpêç kirine û bi awayekî fîlî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya li Peyîndasê didome. Di van operasyonan de ji her du navçeyan 5 kes hatin girtin û gelek welatî jî di dema binçavkirinê de hatin îşkencekirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku dê operasyonên leşkerî yên li navçeya Xîzan û navçeya Tetwanê bidomin û got ku sedema operasyonan encamên hilbijartinê ye û ji ber ku desthilat ev encam hezm nekirine bajêr kiriye hedef.    QEDEXEYA FIÎLÎ DIDOME   Olan bal kişand ser êrişên li ser gundan û got ku bi van êrişan qadên jiyanê tên tengkirin. Olan anî ziman ku derdorên muxalif li ber talankirina erdnîgariya Kurdistanê xwe li bêdengiyê datînin û got ku bi hinceta "ewlehiyê" her roj erdnîgariya Kurdistanê tê texrîbkirin û ji mirovan tê xalîkirin. Olan destnîşan kir ku hemû deverên gelê kurd tên texrîbkirin û bi vî awayî polîtîkaya cezakirin û tolhilanînê tê pêkanîn.   Olan axaftina xwe wiha domand: "Hê jî li Bedlîsê li gelek gundan qedexeya 'fiîlî' didome. Niha li gundê Peyîndasê gel tê mexdûrkirin. Gund hatiye dorpêçkirin û bi awayekî bêhiqûqî tahde li gundiyan tê kirin. Li gund 10 kes hatin binçavkirin. Yek ji wan hat îşkencekirin û 3 kes hatin girtin. Dê operasyonên li herêmê bidomin. A rast ev yek ji ber nehezmkirina encamên hilbijartinê ye. Desthilat dixwaze heyfê ji herêmê bistîne. Û tekane armanca wê herêmê ji mirovan xalî bike. Car din dixwaze gundan vala bike. Zorê dide gel ku dest ji gundên xwe berdin."    TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ   Olan diyar kir ku desthilat zemîna hilbijartinên herêmî amade dike û got ku Bedlîs ji bo desthilata heyî bûye birînek. Olan destnîşan kir ku Bedlîs bi awayekî eşkere hedef hatiye girtin û wiha got: "Lê divê em li dijî vê bêhiqûqîtiyê, zilmê û îşkenceyê û zorbetiyê bibin yek û bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin. Ev ax, axa gelê kurd e û ev gel bi salan e li erdnîgariya Kurdistanê jiyana xwe didomîne. Tevahiya kokên wan, nasnameyên wan, dîrokên wan û pêşiyên wan li vir e. Bedêlên giran dane. Em dixwazin xwedî li vê erdnîgariyê, li van gundan û bajaran derkevin. Ev jî bi yekîtî û têkoşîneke rêxistinkirî pêkan e. Tu bêhiqûqîtî, zilm û zorbetî nikare me ji axa me, edetên me û çanda me û têkoşîna me bike. Em ê her û her azadiya xwe, axa xwe û nasnameya xwe biparêzin."    MA / Rûken Polat