‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’ 2023-08-19 14:01:13   ENQERE - HDP’a Enqereyê têkilarî salvegera tayînkirina qeyûman daxuyanî da û got: “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Hûn çiqas qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa bibijêrin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Enqereyê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Dest nede îradeya min” hat daliandin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.    Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser merasîma cenazeyê xwişka siyaseta kurd Gultan Kişanak û got Kişanak hatiye îşkencekirin û Kişanak ne ew jin e ku serî li ber zilmê bitewîne.    Sînemillîoglû destnîşan kir ku ew ê bi siyaseta xwe ya demokratîk li dijî siyaseta qeyûman têbikoşin û got: “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Hûn çiqas qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa bibijêrin. Yên ku bi qeyûm tên wê bi berxwedanê biçin.”    Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Enqereyê Şukran Dogan jî axivî û got ew ber bi hilbijartinek din a xwecihî ve diçin û ew ê di hilbijartinê de bersiva herî xurt bidin siyaseta qeyûman.    Dayika Aştiyê Munîbe Koç jî axivî û got: “Çiqas qeyûman tayîn dikin bila bikin, em ê dîsa hevşaredarên xwe bijêrin. Nikarin îradeya gelê kurd têk bibin. Gelê kurd hebû, heye û wê her hebe. Em ê li dijî qeyûmên xwe temsîlkarên xwe bijêrin.”