Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê 2023-08-30 11:46:40   AMED - Jinan ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya li Amedê bangawazî kirin û gotin: "Aştiyeke bi rûmet a li dijî vê pergalê ancax bi pêşengiya jinan dikare li pêş bikeve."   Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Ji bo aştiya civakî jiyana wekhev û azad" di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê li Amedê mitîngekê li dar bixin. Jinên li bajêr banga beşdariya mitînga ku saet di 16.00’an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kirin.   ‘AŞTIYA BI RÛMET FERZ E'    Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku îro jî li Tirkiyeyê rastiya şer nayê qebûlkirin û got: “Ji ber vê yekê divê rastiya vê pergala ku şer înkar dike, li qadan derxînin holê û biqîrîn ku aştiya bi rûmet ji bo hemû gelan ferz e. Bi vê rastiyê me şîara 'ji bo aştiya civakî jiyana wekhev û azad' diyar kir. Hewcehî bi aştiya civakî heye. Beriya aştî û azadî û edalet pêk were divê şer li ser axa me bi dawî bibe. Em têkoşîna man û nemanê dikin. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet di serî de bang li hemû jinan û hemû gelê me yê Amedê dikin ku werin beşdarî mitînga me ya 1'ê Îlonê bibin."    BI DIRÛŞMA 'JIN JIYAN AZADÎ'    Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî anî ziman ku ew ê bi perspektîfa 'Jin jiyan azadî' derkevin qadan û aştiyê biqîrîn û xwest her kes tev li mitînga 1'ê Îlonê bibe.    ‘DIVÊ JIN LI QADAN BIN'   Endama Mecslia Şaredariya Pîranê Yasemîn Uçer ku hevşaredarê wê derbasî AKP'ê bû jî anî ziman ku divê her roj daxwaz û qîrîna aştiyê olan û bilind bibe. Uçer da zanîn ku herî zêde şer bandorê li ser jin û zarokan dike û lewma divê jin bêtir di roja aştiyê de xwedî li aştiyê derkevin û xwest hemû jinên Amedê li dijî şer biherikin qada mitînga aştiyê.