Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin 2023-08-30 16:35:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya HSD’ê didome. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de 3 endamên DAIŞ’ê yên dixwestin êriş bikin hatin kuştin, 11 jê hatin girtin û 10 bazirganên tiryakê jî hatin girtin.    Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundewarên Dêrazorê dabû destpêkirin di roja 4’emîn de didome. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî operasyonê agahî parve kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê da zanîn ku operasyona wan li gorî plana wan birêve diçe û serkeftî ye.    OPERASYON JI 3 BASKAN VE DIDOME   Bi domdarî di nûçeyê de hat destnîşankirin ku operasyonê ji 3 baskan ve dest pê kir. Baskê yekemîn li gundewarên bakurê Dêrazorê anku ji navçeya Sorê heta çemê Firatê; baskê duyemîn li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye anku ji navçeyên girêdayî bajarokê Bisêra û heta sînorên Sûriye-Iraqê li bajarokê Baxozê digire nava xwe; baskê sêyem jî li gundewarên rojavayê Dêrazorê ji Çarxerêya Mamilê heta herêmên îdarî yên girêdayî Reqayê digire nava xwe.   ROJA YEKEMÎN A OPERASYONÊ   Di roja yekemîn a operasyonê de HSD’ê li gundewarên rojavayê Dêrazorê 5 endamên DAIŞ’ê, 8 bazirganên hişbirê girtin. Her wiha 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin jî hatin kuştin.   ROJA DUYEMÎN A OPERASYONÊ   Di roja duyemîn de HSD’ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê. Li gorî daxuyaniya HSD’ê, li baskê yekemîn ê operasyonê li ser rêya El Ezbê-Konîko 3 endamên DAIŞ’ê yên hewl didan birevin hatin girtin. Her wiha di operasyona serdegirtinê de 2 bazirganên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbirê yên bi wan re hatin desteserkirin.   ROJA SÊYEMÎN A OPERASYONÊ    Di roja sêyemîn de hêzên operasyonê li bajaroka El Seede ya li bakurê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encamê de şervanekî HSD’ê û jinekê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hejmareke welatiyên li cihê êrişê bûn jî birîndar bûn. HSD’ê bersiva êrişê da û 3 endamên DAIŞ’ê ku yek ji wan serçete bû, hatin girtin. Piştî êrişa li dijî HSD’ê û hewldana derxistina tevliheviya li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrazorê, tevdîrên ewlehiyê hatin xurtkirin û operasyon hate berfirehkirin.    ROJA ÇAREMÎN   Operasyon, îro di roja çaremîn de li baskê yekemîn û hin parçeyên baskê duyemîn berdewam dike. Şervanên HSD’ê yên tev li operasyonê bûne ji bo ANHA’yê axivîn û gotin ku operasyona wan serkeftî didome.    Bi giştî heta niha di çarçoveya operasyonê de 11 endamên DAIŞ’ê û 10 bazirganên tiryakê hatine girtin û 3 êrişkar jî hatine kuştin. Her wiha di êrişa DAIŞ’ê de şervanekî HSD’ê û jinekê jiyana xwe ji dest dan û hinek welatî jî birîndar bûn.