Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike 2023-08-31 09:02:16   RIHA - Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xoce anî ziman ku sedemeke êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ew e ku şoreşa Rojava rê li ber plansaziyên Tirkiyeyê yên Rojhilata Navîn digire û got ku şoreşa Rojava hemû destkêftiyên kurdan mîsoger dike.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran û SÎHA'yan berdewam dikin. Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê di van êrişan de gelek caran li dijî welatiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş pêk anîn û di encama êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku li gor mekezagonên navneteweyî êrişên li dijî welatiyên sivîl hatine qedexekirin û wekî sûcê şer hatiye pênasekirin jî dewlet û saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina sivîlan û êrişên Tirkiyeyê bêdeng in. Li dijî sûcên şer ên dewleta tirk her çi qas gelek caran serî li saziyên navneteweyî hatibin kirin jî tu encam bi dest neketine.    Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya dewletên navneteweyî ji ajansa me re axivî.    Ehmed Xoce   'TIRKIYE LI SER QIRKIRINA KURDAN AVA BÛYE'   Xoce bi lêv kir ku Tirkiye ne tenê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî her çar aliyên Kurdistanê dike û wiha got: "Komara Tirkiye li ser qi rkirina gelê kurd hatiyê damezirandin. Nasname, ziman û hebûna gelê kurd her tim bûye hedefa dewleta tirk. Piştî 2011'an şerê navxweyî yê Sûriyê hêzên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn plansaziyên xwe çêkirin. Di wê demê de jî me dît dewleta tirk polîtikaya xwe ya faşîst bi plansaziya Rojhilata Navîn re meşand. Dewleta tirk jî di guherandina Rojhilata Navîn de berjewendiyên xwe difikire û dixwaze Osmaniyan ji nû ve ava bike. Dixwazin armancên xwe yên Mîsak-ı Milli ava bikin. Lê ya ku pêş van armanc û xwestekên wan, têkoşîna tevgera azadî û Şoreşa Rojava ye."    'BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ'   Xoce bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser hat damizarandin dewlet tirk tehemûla vê yekê nekir. Ji bo wê jî bi hezên paramîlîter ve êrişî Bakur û Rojhilatê kirin, Efrînê dagirkirin. Tevî ku êriş û dagirkirinên Tirkiyeyê li dijî mafên mirovan û pîvanên Neteweyên Yekbûyî ye jî li dijî vê yekê bêdeng in. Bi taybetî DYA û Rusya ji kiryarên Tirkiyeyê re çavên xwe digrin. Dewleta tirk jî hêza xwe ji NATO'yê digire. Gelê kurd îro li herême serkêşiya demokratîk dike, ji ber wê jî tirsa hezên hegemon ji kurdan heye. Li her derê êrişî kurdan dike lê hêzên navneteweyî jî çavên xwe ji vê yekê re digrin."   'EM JI HEZA XWE BAWERIN'   Xoce di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku li dijî şerê DAIŞ'ê dewletên navneteweyî jî piştgiriya hezên kurd kiribûn û guherîna helwesta dewletên navneteweyî wiha nirxand: "Bi şoreşa Rojavayê re heqîqeta civakê derket holê. Ji ber wê ev jî dibînin di Rojhilata Navîn de serkêftineke wisa bê çêkirin armanc û siyaseta hezên hegemon wê têk biçin. Ji ber vê yekê jî niha li dijî êrişan bêdeng in. Ev jî dixwazin li gor siyaset û daxwaza wan hezên kurd tevbigerin lê gelê kurd xwîna xwe, canê xwe dane vê şoreşê îro bi milyonan kurd di nav têkoşînê de ne, ji ber wê jî li gor daxwaza wan tevnagere. Ev jî ji ber vê sedemê bêdeng in. Gelê kurd ne gelê salên berê ye, îro xwedî şoreş e, ji aliyê zanist, nasname û destkêftiyan ve li pêş e. Em jî ne ji wan, lê ji hêza xwe bawerin."   'EV TÊKOŞÎN WÊ HER BERDEWAM BIKE'   Xoce destnîşan kir ku Şoreşa Rojava destkeftiyên kurdan ên heyî mîsoger dike û wiha pê dê çû: "Projeya Modernîteya Demokratîk a ku li Rojava hatiye damezirandin projeya herî rast, mirovî û demokratîk e. Qonaxa ku îro gelê kurd gihîştiyê bi saya berxwedana Tevgera Azadiyê. Tevî ku dewleta tirk bi her cureyên teknîkî êrişî Tevgera Azadî dike, çekên kîmyewî bi kar tîne jî nikare bi ser bikeve, berxwedaneke mezin heye. Dewleta tirk ku bi piştgiriya NATO tevî çekên giran jî nikare li hemberî Tevgera Azadî serbikeve nîşan dide ku ev têkoşîna Tevgera Azadî wê her berdewam bike. Rêveberiya Xweser ku li ser vê bingehê hatiye avakirin li hemû qadan de xwedî hezeke. Ji aliyê civakî û lêşkerî ve dikare xwe ji hemû êrişan biparêze."   'DIVÊ KURD HEV BIGRIN'   Xoce di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina destkeftiyên kurdan ev bang li gelê kurd kir: "Li her çar aliyên Kurdistanê divê gelê kurd hev bigire û têbikoşê. Çawa ku di sed sala derbasbûyî de hemû mafê gelê kurd hatin binpêkirin ji bo di vê sedsala nû de ev yek pêk nayê, divê têbikoşê. Têkoşîna gelê kurd ji bo azadiya xwe ye, tevî cudahiyan jî ji bo her çar aliyan a esas azadiyê. Divê gelê kurd jî bi vî rengî tevbigerin. Di hûndir de divê siyaseteke yekitî û hevgirtî bê meşandin û ji derva jî bi dîplomasiyeke herî pêş bikarin xwe bidin qebûl kirin û têbikoşin."   MA / Mahmût Altintaş