Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin 2023-08-31 12:54:06   AMED - MKGP û DGF’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji rojnamegerên girtî re qertên piştevaniyê şandin.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo rojnamegerên girtî qertên aştiyê şandin. Endamên MKGP û DFG’ê li pêşiya PTT’a Semta Ofîsê ya Amedê hatin bahev û daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk jî tev li çalakiyê bû.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD HEDEF TÊ GIRTIN’   Berdevka MKGP’ê Roza Metîna diyar kir ku li welatên hiqûq û demokrasî lê tune, nivîskar û parastvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Metîna, wiha domand: “Li Tirkiyeyê kî bibe îktîdar, ji ewil çapameniya azad hedef digire. Ji ber qanûnên îktîdarê, ne kesên zirarê didin mirovan lê parastvanên mafên mirovan û rojnameger tên girtin. Bi awayekî neheq û derhiqûqî girtî ne.”    ‘KESEK NIKARE ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKE’   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got ku bi wesîleya 1’ê Îlonê ji rojnamegerên girtî re qertan dişînin. Altan, anî ziman ku azadî û aştî gelek dûr nînin û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ku kesek nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Dê çapemeniya azad her binivîsê û bibêje.”    QERT HATIN ŞANDIN   Piştî axaftinan jî rojnamegeran qertên amadekirin li ser PTT’ê ji bo hempîşeyên xwe şandin.