Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e! 2023-08-31 16:48:54   ENQERE - Ji Emîne Şenyaşar ku li ber Wezareta Dadê nobeda xwe didomîne re gotin, “Wezîr ne li vir e” û wê negirtin avahiyê. Komeleya Înîsitîfa Maf jî diyar kir ku ew ê li cem Malbata Şenyaşar bin.    Nobeda Edaletêy a Malbata Şenyaşar a li Enqereyê di roja 36’emîn de berdewam dike. Îro Seroka Komeleya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal serdana Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar kir û li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan.    ÎNÎSIYATÎF LI CEM MALBATÊ YE    Fatma Bostan Unsal di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê her li cem Malbata Şenyaşar bin, ji destê wan bê dê bikin û li gel malbatê doza edaletê bikin.   TÊKOŞÎN DIDOME    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku 36 roj in Nobeda Edaletêl i Enqereyê didomînin û ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bidomînin.    LI SER SANDALYEYÊ BI TEKER MEŞIYA    Piştî daxuyaniyê Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe li ser sandalyeya bi teker meşiya. Malbata Şenyaşar û li gel wan jî Fatma Bostan Unsal meşiyan.    DÎSA WEZÎR NE LI ŞÛNA XWE YE    Malbata Şenyaşar gihîşt ber Wezareta Dadê û xwestin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin bikin. Xebatkarên wezaretê diyar kirin ku wezîr ne li cihê xwe ye. Malbata Şenyaşar piştî demek li ber avahiyê sekinî, paşê vegeriya Meclisê.