‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye' 2023-09-01 09:02:35 WAN - Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku li girtîgehan êrişên herî mezin li ser jinan e û got: "Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku jinan teslîm bigire. Lê li dijî vê berxwedaneke bêhempa heye."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj zêde dibin. Li gel zext û îşkenceyan, mafê tenduristiyê û pêwendîdanînê yên girtiyan tên astengkirin. Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Edîbe Şahîn binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Serhedê ragihandin. Babûr bilêv kir ku zext zêde bûne û got ku li dijî van zextan berxwedaneke bêhempa heye.   Babûr diyar kir ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê Ebrû Ozdemîr tevî zaroka xwe girtiye û got: "Nikare baş zaroka xw exwedî bike. Şert û mercên girtîgehan pir xirab in. Hewayê nastîne. Her wiha kî bê girtin rastî binpêkirinên mafan tê, lê herî zêde jî hevalên jin bandorê ji van binpêkirinan digirin. Ji ber ku şert û merc xirab in pir zû nexweş dikevin. Bi taybetî jî hevalên jin nikarin amûrên paqijiyê bi dest bixin. Fiyetê van amûran pir biha ye. Hevalên ku tevî zarokên xwe dimînin hîn bêtir zehmetiyê dikişînin."    Babûr ragihand ku gelek girtiyên temenmezin jî hene û got ku yek ji van Hanîfe Acar a 78 salî ye. Babûr diyar kir ku Acar di Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê de ye û nayê dermankirin.   BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   Babûr diyar kir ku piraniya girtiyên jin ên di Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê û Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê de bi nexweşîna KOAH'ê ketine û got ku ji ber zextan pirgsirêkên tenduristiyê jî pir rû dane. Babûr bilêv kir ku ji ber xwarin kêm e ev yek bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan dike û got ku gelek girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Babûr diyar kir ku girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin jî rastî tacizê devkî û lêgerîna li hundirê dev tên û got: "Jin ji bo biin revîrê du hefteyan tên sekiandin. Randevûyên nexweşxaneyê jî 3 mehan bi derengî tên xistin. Ji lew re naxwazin wan tedawî bikin. Dixwazin ew nexweşîn bibin nexweşînine 'mayinde.' Her wiha dermanên wan jî nadin wan."    'BERXWEDANEKE BÊHEMPA HEYE'   Babûr destnîşan kir ku girtîgeh ji bo jin û zarokan ne cihên guncav in û wiha axivî: "Pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê pêk tên. Hevdîtina bi parêzeran ku mafê wan ê herî xwezyaî ye, tê astengkirin. Qadênw erzîşê hatien tengkirin û dema wan hatiye kêmkirin an jî betalkirin. Ev hemû binpêkirinên mafan e. Ji bo kincşûştinê av bi destê girtiyan nakeve. Ava vexwarinê jî bi pereyan distînin û pê cilên xwe dişon. LI girtîgehan her cure zext û îşkence heye. Ên herî zêde rastî van zextan tên jî jin in. Armanca desthilata AKP-MHP'ê bêîradekirin e. Bi feraseta 'ger ez jinê teslîm bigirim, ez ê zilaman û zarokan jî teslîm bigirim.' Lê li dijî van zext û êrişan berxwedaneke bêhempa heye."