Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin 2023-09-01 10:32:26 NAVENDA NÛÇEYAN -  Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter îro di danê sibehê de êrişî Minbicê kirin. Êrişên li gundê Ewn Dadatê hatin têkbirin. Di êrişan de 4 zarok hatin qetilkirin.    Hêzên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê de li dijî gundên Minbicê êriş dan destpêkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), êriş bi bejahî ve li dijî bajarok û gundewarên bakur û rojavayê Minbicê hatine kirin. Hat zanîn ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî di kêliyê de bersiv dan êrişan.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKURÊ MINBICÊ HATIN TÊKBIRIN   Têkildarî mijarê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş têkildarî êrişan agahî da û wiha got: “Hêzên me bersiva hemû êrişan dan. Êrişa lidijî Ewn Dadatê hatin têkbirin. Lê şerê li bakur û rojavayê Minbicê û gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê berdewam in.” Di heman demê de Derwêş îdiaya ku komên paramîlîter gundê El Biwêhêjê yê li rojhilatê Babê jî derewand û got şerê li vir didome.    4 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Li gorî çavkaniyan; di encama êrişa li dijî gundê Mihesenlî yê li bakurê rojavayê Minbicê de 4 zarok hatine qetilkirin.    PIŞTÎ OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê ÊRIŞ ZÊDE BÛN   Hêjayî gotinê ye ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî endamên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kirin, dewleta tirk û komên paramîlîter êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.