Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye 2023-09-01 14:16:11   ŞIRNEX - Li Şirnexê zarokê ku wesayîta zirxî lê xist di beşa venêrina awarte de tê tedawîkirin û hat zanîn ku travmaya serî derbas kiriye.    Di 30’ê tebaxê de li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn Adal xist. Tajdîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gel giranbûna rewşa Adal ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a Êlihê.  Li gorî agahiyên ku bijîşkê Adal dan; Adal travmaya serî derbas kiriye û niha di nexweşxaneyê de li beşa venêrîna awarte de tê dermankirin û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.   Her wiha balkêş e ku heta niha Walitiya Şirnexê der barê mijarê de daxuyaniyê nedaye.