1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin 2023-09-01 15:26:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl di daxuyaniyên ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bang li desthilatdariyê hat kirin ku demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne.     Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan û bal kişand ser pêkanîna aştiyê.    WAN   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de pankarta “Aştî jiyan e” hat vekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay daxuyanî da û anî ziman ku ji Efrînê heta rojhilatê Kurdistanê, ji Şengalê heta Mexmûrê bi milyonan însan ji ber şer ji warê xwe bûne û got: “Şer qetlîama Roboskî bi xwe ye. Bi şer çanda jiyankirina mirovan wêran dikin. Ev bi destê siyaeta şer tê kirin. Çi dibe bila bibe em ê tariya tecrîdê ji holê rakin û têk bibin û li dijî şer aştiyê bixwazin. Em ê li dijî şer jiyanê biparêzin.”    MÊRDÎN   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Rêvebera ÎHD’a Mêrdînê Hîcran Erdînç daxuyanî da û got bi wesîleya rojê ew carek din bi dengek berzkirî daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman û ew dixwazin polîtîkayên aştiyê ku dawî li yekperestiyê, nijadperestiyê, cihêkirinê û nefrete tîne bikeve dewrê û got: “Em bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne. Heta aştî pêk were em ê têbikoşin.”    ÊLIH   Bi pêşengiya Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek girseyî hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên 48 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi çar zimanan dovîzên “Aştî” hatin hildan û pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî teminata mirovahiyê ye, bijî aştî” hat vekirin û beşdaran pêşmalkên spî li xwe kirin. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û got ew ê di her şert û merci de dawa aştiyê bikin.    Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek jî heta ku ew aştiyek bi rûmet ava bikin dê têkoşîna xwe ya bo aştiyê bidomînin.    Piştî daxuyaniyê li ser navê aştiyê kevok û pifdank hatin firandin. Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe nobeda aştiyê hat girtin û çalakî bi dawî bû.    MÛGLA   Xelkê gundê Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve li dijî birîna daran çalakî li dar dixin û li ber xwe didin jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. Ramazan Akgul û Melîs Tantan daxuyanî xwendin û xwestin li dijî şer, kuştin, talankirina xwezayê, feqîriyê û koçberiya bi darê zorê aştî bikeve meriyetê.    HATAY    Şaxa ÎHD’a Îksenderûnê jî li Parka 1 Saglikli Yaşam daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji şer re na! Bila aştî niha pêk were” hildan. Hevserokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk daxuyanî xwend û xwest dawî li polîtîkaya şer were anîn û tecrîda ji ser aştiyê bê rakirin.    ENQERE      Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê 13’emîn Nobeda Aştiyê ya her roja înê ya ewil a mehê diyarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir û li avahiya xwe daxuyanî da. Pankarta “Divê aştî niha pêk were” hat daliqandin û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Hevseroka HDP’a Îzmîrê Pakîze Sînemillîoglû û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç daxuyanî xwend.